Li navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo û Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatiyên Suryanî 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto pîroz kirin.
Di pîrozbahiya bi pêşengiya Yekîtiya Suryaniyan de, dîmenên rengîn derketin holê, ji gelên cuda gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gelek sazî û nûnerên gel jî ji bo Cejna Ekîto, ku yek ji cejnên herî kevn ên Mezopotamyayê ye, peyam şandin.
Pîrozbahiya ku komên govendê yên Ornina û Yartutha derketin ser dikê, elaqeyeke mezin dît. Di pîrozbahiyê de endama Yekîtiya Jinên Suryanî Sabah Şebû axivî û got, "Cejna Ekîto xwedî sembolên dîrokî ye û weke roja ku xweza xwe nû dike, ango destpêka biharê tê dîtin. Îro li ser bingehê dîroka kevnar hatiye avakirin. Bi navê Şahbanûya Îştar, em wek gelê Suryanî bi minasebeta cejnê dengê xwe bigihînin cîhanê."
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, Arya Mele Ehmed jî got, "Berê me nedikarî pîrozbahiyên bi vî rengî li dar bixin. Bi saya naskirina Rêveberiya Xweser em ê her sal cejna xwe li gelan pîroz bikin. Sîstema demokratîk a ku me pêk aniye, me li gel hev digre û dê ev yek bidome."
Ji bo Newroz, Ekîto û Çarşema Sor dawî li êrîşan bînin
Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Edalet Omer jî got, "Em bi hêvî ne ku Cejna Ekîto bibe destpêka bidawîkirina şer û tundiya ku herêm pê re rû bi rû dimîne û bibe misogeriya demokrasî û edaletê. Mezopotamya dibe dayika şaristanî, çand, zanist, ol û neteweyan hemûyan. Her wiha dergûşa mezheban hemûyan e, ji Sumeran heta Akadan, Babîl, Asur, Med, Mîtanî û Horiyan e, hemû jî bi hev re lê jiyane û yekitiyeke pêşeng ava kirine. Ji Newrozê ber bi Ekîto ve, ji Ekîto ber bi Çarşema Sor ve ev cejnên me jî diyar dikin ku ev gel li ser vê axê bi xweşî û nexweşiya xwe jiyan domandine û parastina çanda xwe kirine. Dewlemandiya vê çandê li ser vê axê bû sedem ku gelek dewletên hegemon çav berdinê û bixwazin bi riya şerê olî, mezhebî û gelek rê û rêbazên din wê têk bibin. Gelê Asur, Kurd, Ermen û Suryan jî bi gelek êrişên qirkirinê re rû bi rû man, ji lewre em neçar in di roja îro de çarenûsa xwe bikin yek û dawî li êrişên wiha bînin."
JÎNHA/HESEKÊ