Li Swîsreyê di salvegera 108´an a qirkirina di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li dijî Asûrî-Suryaniyan hat kirin, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Civaka Asûrî-Suryaniyan vê qirkirinê weke Seyfo (Şûr) bi nav dike. 

Suryaniyan li bajarê Turgi yê Swîsreyê ji bo kesên di Seyfo ya 1915'an de hatin qetilkirin, merasîmeke bibîranînê li dar xist. Di vê çarçoveyê de ewilî li Dêra Katolîk a li bajarokê Gebenstorf ê ser bi Turgiyê merasîmeke olî hat lidarxistin. Keşe Michael Azîz û Kerîm Asmar dua kirin.

Keşe Michael Azîz got, “Li Behtnahrînê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzîdî û gelek gelên din dijîn. Suryanî xwêya xwarinên wê erdê bû. Ji ber ku Suryanî hatin qetilkirin, ev xwarin bê xwê ma. Di Seyfoyê de ji her mala Suryaniyan herî kêm kesek hat kuştin. Divê em wan bi bîr bînin. Zihniyeta qetlîamker ku dewleta Osmanî û Tirk li Seyfo pêk anî, piştre li dijî gelê Kurd jî komkujî pêk anî. Hin eşîrên ku wê demê bi dewletê re tevdigeriyan, piştre bi komkujiyên weke yên li dijî Asûriyan re rû bi rû man.”

Piştî merasîma olî, Suryaniyên li bajarê Turgiyê tevlî Komeleya Çanda Suryaniyan jî bibîranînek li dar xistin.

Di bîranînê de şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, Parlamentera berê ya HDP'ê Tuma Çelîk, keşa Kerîm Asmar û derhênerê filmê Kobanê Ozlem Yaşar axivîn.

Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewrûpayê (ESU) trajediyên qirkirina 1915'an a li dijî Asûrî, Ermenî û Rumên Pontusê hatin bibîranîn û hat gotin, "Bi boneya salvegera 108'an a Komkujiya Seyfo ya sala 1915'an a li dijî Suryaniyan, em dixwazin balê bibin ser hovîtî û trawmaya hatiye serê gelê me û şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."

ESU´yê bang li rayederan kir da ku 15’ê Hezîranê weke salvegera Qirkirina Suryaniyan bê ragihandin û got, divê Qirkirina Seyfo bê naskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN