SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO
Mêlsa Yûsif a 27 salî Suryanî ye û li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Sala 2010`an dema 13 salî bûye, bi rêya rêxistina ciwanên Suryan, Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê nas kiriye. Komele sala 2008`an li Qamişlo hatiye vekirin û xebatên muzîk û folklora Suryan-Asûrî-Kildan dimeşîne. Komeleya ku di şertên zehmet de hatiye avakirin û astengî dîtine, bi Şoreşa 19`yê Tîrmehê re, derfetên xebat, perwerde û rêxistinê peyda kirine. Di komeleyê de ji bo zarokên 5-17 salî û ciwanên heta 25 saliyê perwerdeyên muzîk û folklorê tên dayîn. Perwerde hefteyê 3 rojan bi zimanê Suryanî hem teorîk hem pratîk tên meşandin. Di beşa muzîkê de komên muzîkê, orkestra, bando, di beşa folklorê de jî komên govendê hatine avakirin. Komên muzîk û govendê beşdarî şahî û minasebetên cur bi cur ên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan (Newroz, Ekîto û cejinên Xiristiyanan û hwd) dibin. Navê komeleyê çanda Suryanî ye, lê li gorî rêveberên wê, deriyê wan ji kesên ji çand û netewên din re jî vekirî ye. Şagirtên ku hinek ji wan di dema zarokatiyê de, hinek jî di dema ciwantiyê de li komeleyê perwerdeyê dibînin, piştre wekî rêveber û mamoste li komeleyê kar dimeşînin. Mêlsa Yûsif ji yek ji wan şagirtan e. Di zarokatiya xwe de li komeleyê dersên folklorê dîtine. Piştî perwerde bi awayekî serkeftî bidawî kiriye, rêveberên komeleyê ew wekî mamoste erkdar kiriye. Mêlsa li gel 5 mamosteyên din perwerdeyê dide zarok û ciwanan. Mêlsa niha hefteyê 3 rojan li navenda komeleyê ya li Qamişlo komek zarokan fêrî govendê dike. Li peşberî zarokan lîstika govendê vedibêje, li aliyê din, ji bo pratîkê diçe sergovendê û bi wan re dilîze. Ji danûstendinên wan, lîstikê û rehetiya wan fêm dibe ku Mêlsa û şagirtên wê pir li hev dikin.