Ehmed Dilzar wefat kir
Duşem 12 Nîsan 2021 - 02:48
Nivîskar û helbestkar Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Dilzar pêr li Hewlêrê li nexweşxaneyê rehmet kir. Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê li ser koça dawî ya nivîskar û helbestkar Ehmed Dilzar peyameke sersaxiyê weşand.
Helbesta wî ya dawî
Peyama KNK'ê wiha ye: "10'ê Nîsana 2021'ê nivîskar, helbestvan û têkoşerê mezin ê gelê me di temenê xwe yê 101 salî de koça dawiyê kir. Ehmed Dilzarê niştimanperwer û mirovdost, hevtemen û hevrêyê Dildarê afrînerê sirûda 'Ey Reqîb' û nivşê zêrînê afirandin û edebiyata nîva yekemîn a sedsala 20'an bû. Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû. Helbesta xwe ya dawî ya ji jiyê 101 salî li 15'ê Adara 2021'ê dinivîse:
Bêzar im, çûm zemenê min
Sedûyek sale temenê min
Ay çend bê tîne tena min
Her hestî û çerm e bedenê min
Ligel vê jî ev hemû
Pir dilşa me û bextewer im
Ca birayên têkoşer
Bi baweriya min ew roj tê
Kurdistana mezin û giran
Wê bibe biheşta Cîhanê
Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) dubare sersaxî û hevxemiyên xwe ji bo gelê Kurd û. Kurdistanê û malbata wî radigehîn in û bi hêviya giyanekê şad û bextewer dixwazin."
Ehmed Dilzar kî ye?
Dilzar sala 1920’an li navçeya Koye ya sxer bi Hewlêrê ji dayik bûbû û sala 1942’an dest bi nivîsandina helbestên bi Kurdî û Erebî kiribû. Helbestkar Dilzar pirtûka Baba Tahir Hemedanî jî ji zaravayê Lorî wergerandibû. Dilzar sala 1946’an ji ber ku tevlî tevgera komunîst bûbû hate girtin û 3 salan di Hepsa Bexdayê de girtî mabû.
Dilzar sala 1960’î li Bexdayê bû endamê desteya weşanê ya rojnameya Azadî û sala 1963’an tevlî Partiya Komunîst bû. Piştî sirgûniyê, sala 1994’an li Hewlêrê bi cih bû.
NAVENDA NÛÇEYAN