Fermandarê pêngava 15´ê tebaxa 1984´an Egîd (Mahsûm Korkmaz) di salvegera 35´an a şehdeta xwe de li bajarê Elmanyayê Kasselê hat bibîranîn. Egîd 28´ê Adara 1986´an li Çiyayê Gabarê piştî berxwedaneke mezin şehîd bûbû. Ji bo bibîranîna Egîd li Navenda Çandê ya Meclîsa Gel a Kurd a Kasselê çalakiya bibîranê hat lidarxistin. Di şexsê fermandar Egîd de tevahiya şehîdên hefteya qehremaniyê hatin bibîranîn. Di civîna bibîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana fermandar Egîd û hevrêyên wî hat nîşandan. Piştî axaftinên li ser şehîdên hefteya qehremaniyê yên di navbera 21 û 28´ê Adarê de şehîd bûne, çalakiya bibîranînê bi dawî bû.
KASSEL