Êdî bes e ji tecrîda Îmraliyê re

Yekşem 7 Tebax 2022 - 22:42

  • ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re êdî ti pirsgirêka hiqûqî nemaye.’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî Rêber Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û sê sal in bi ti awayî destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de buroyê got, muwekîlê wan Ocalan ev 3 sal in nikare ji mafên xwe yên hiqûqî û qanûnî sûdê wergire û hate gotin, ji hevdîtina dawî ya parêzeran a 2'ê Gulana 2019'an û vir ve hevdîtin bi rengekî nehiqûqî tên astengkirin.

Buroyaê bi bîr xist ku Wezîrê Edaletê yê Tirk sala 2019’an de got; ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re êdî ti pirsgirêka hiqûqî nemaye.’ Lê qedexeya hevdîtinê her 6 mehan carekê tê dirêjkirin. 

Buroyê got, “Miwekîlê me di nava şert û mercên giran de tê ragirtin û di nava 11 salan de me tenê 5 caran karî pê re hevdîtinê bikin û ev 17 meh in jî em ti agahiyan jê nagirin. Em dixwazin bi bîr bixin ku pergalên hiqûqê rewşên wiha yên ‘îstîsna’ nikarin heta demeke dirêj ragirin. Piştî demekê li seranserî pergalê belav dibe û pergalê dixe rewşeke wisa ku nikare bixebite. Ji bo aştiya civakê û dewleteke demokratîk û hiqûqê, divê tevahiya raya giştî vê rastiyê bibîne û ji vê neheqî û bêhiqûqiyê re bibêje êdî bes e."

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.