- Zeynep Dersim: Di serê failên komkujyan de serokkomarê Tirk Erdogan heye, û fail tevî wî hemû diyar in. Fransaya ku hewl dide ser vê dosyayê bigire jî bi qasî failan sûcdar e.
SELMA AKKAYA/ PARÎS
Li Parîsê ji bo ji damezrînerên PKK´ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK´ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku 9´ê Çileyê 2013´an li Parîsê hatin qetilkirin, li Parîsê “Meşa Edaletê” hat lidarxistin. Meş bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) bi rê ve çû.
Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdistanî, endamên tevgera Jinên Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Parîsê civiyan. Wan saet 12:00´an bi hilgirtina pankarta li ser nivîsandî Heta ku edalet di tariyê de be Fransa sûcdar e” wan dest bi meşa bêdeng kir.
Xelkê rahişt qurnefîlan, wêneyên her sê jinên şoreşger ên Kurd ên şehîd ber bi devê Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê ve meşiya. Sekreterê Partiya komunîst a Fransayê Fabien Roussel, alîkara şaredarê bajarê mezin ê Parîsê Helene Bidard, endamên meclîsa şaredariya Parîsa 10´an û gelek nûnerên sazî û rêxistinên Fransî jî beşdarî meşê bûn.
Beşdarên meşê li ber Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê qurnefîlên xwe danîn ber derî. Li ser navê malbatên şehîdan Metîn Cansiz li vir peyivî û got, “Ez dostên ku di vê meşa edaletê de em tenê nehiştin, silav dikim. Heta ku qatil bên dadgehkirin wê têkoşîna me dewam bike.”
Heta Rêbertî azad bibe û komkujî rohnî bibe
Endama TJK-E´yê Zeynep Dersim jî got, “Failên vê komkujiyê ji roja pêşî ve diyar in. Heta ku fail bên dadgehkirin têkoşîn wê dewam bike. Di serê failên komkujyan de serokkomarê Tirk Erdogan heye, û fail tevî wî hemû diyar in. Fransaya ku hewl dide ser vê dosyayê bigire jî bi qasî failan sûcdar e. Edaleta Fransayê di tariyê de ye. Em careke din bang li her kesî dikin da ku bi wezîfeya xwe rabin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe û ev komkujî bên rohnîkirin, têkoşîna me wê dewam bike.”
Wezîfeya Fransayê ye ku edaletê pêk bîne
Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Fransî û namzetê heman partiyê yê serokkomariyê Fabien Roussel jî got, “Ji bo me wezîfeyeke muhim bû em weke Partiya Komunîst li vir bin. Em sê hevrêyên xwe yên qetilkirî bi bîr tînin û Tevgera Jinên Kurd silav dikin. Bi pêkneanîna edaletê Fransa dibe şirîkê vê komkujiyê. Fransa divê tavilê edaletê pêk bîne, ev wezîfeya wê ye beramberî Kurdan.”
Ji dîwana hevserokatiyê ya KCDK-E´yê jî Murat Ceylan peyivî, bêdengiya Fransayê şermezar kir û got, heger Fransa vê komkujiyê rohnî neke, ew sûcdar e. Ceylan bang li xelkê kir ku di meşa mezin a şemiya bê (8´ê Çileyê 2022´yan) li Parîsê be.
Li ber nûneriyên Fransayê protesto
Komkujiya li Parîsê li gelek bajarên Elmanyayê jî bi çalakiyên li ber sefaret û konsolosxaneyên Fransayê hat bibîranîn û Fransa ji ber ku edaletê pêk nayîne hat protestokirin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li ber sefareta Fransayî çalakiya protestoyî doh hebû. Endam û aktîvîstên Meclîsa Jinan Dest-Dan, Women Defend Rojava, Meclîsa Jinên Êzîdî, Gemeinsam Kämpfen Berlin û Nav-Berlîn beşdarî çalakiyê bûn. Bi slogana Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn Ronahî, kein Vergeben kein Vergessen (Em ê lê nebihurin û ji bîr nekin) protesto hat kirin.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî li ber konsolosxaneya Fransayê çalakiya proestoyî hebû. Li vir xwepêşandêran destegula reş danî ber nûneriya Fransayê.
Wekî din li bajarên Frankfurt, Saarbrucken, Dusseldorf û Hannoverê jî çalakiyên bi heman armancê hebûn.