DYE'yê li Sûrî li Îranê da 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 27 Sibat 2021 - 02:41

  • Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYE'yê John Kîrby operasyona li Sûriyeyê weke 'operasyona leşkerî ya çavtirsandinê' pênase kir.

Artêşa Emerîkayê li binesaziya milîsên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê xist. Wezareta Karê Derve ya DYE'yê diyar kir ku êriş 'bi pîvan û hesabkirî' bû. Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYE'yê John Kîrby operasyona li Sûriyeyê weke 'operasyona leşkerî ya çavtirsandinê' pênase kir.

Kîrby anî ziman ku di operasyonê de binesaziya deriyekî sînor hatiye îmhakirin ku ji aliyê Kataîb Hîzbûllah û milîsên din ên alîgirê Îranê ve dihate bikaranîn. Berdevk diyar kir ku êrişa hewayî bersiva êrişên dawî yên li Iraqê li dijî personelên Emerîkî û koalîsyonê hatin kirin, pêk hatiye. Di nava sê hefteyan de li Iraqê li dijî DYE û Koalîsyonê sê êriş hatin kirin. Ji van êrişan jî komên alîgirê Îranê berpirsyar hate nîşandan. Êriş di demeke welê de hate kirin ku DYE beriya vegera li bernameya nukleerê tawîzê ji Tehranê dixwaze.

Li gorî hin çavkaniyan di êrişa li Dêrazorê li herêma Ebû Kemal de 22 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin û neçar mane hinek baregehên xwe terikandine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.