DYE û Îngîlistanê li Hûsiyan xistin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 13 Çile 2024 - 04:25

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Reutersê re axivîn û diyar kirin ku balafirên hêzên hewayî yên DYE û Îngîlistanê şeva Pêncşemê ji bo li Hûsiyên li Yemenê bixin rabûn. Ji keştî û keştiyên binê avê yên li herêmê ne, fuzeyên Tomahawkê hatin avêtin. Li bendergeha Hûdeydeyê û paytext Sanaayê dengê teqînên mezin hate bihîstin.

Serokê DYE'yê Joe Bîden piştî demeke kurt piştrast kir ku DYE û Îngilistanê bi rengekî serketî êriş birin ser hin hedefên li Yemenê. Bîden ev êrîş bi 'armanca parastinê' pênase kir. Serokê Emerîkayê her wiha hişyarî da ku ji bo parastina Emerîka û bazirganiya navneteweyî, eger pêwîstî pê hebe wê hîn tedbîrên cuda jî werbigirin. Serokê DYE'yê anî ziman ku ev operasyona weke bersiva li êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e, ji Awûstralya, Bahreyn, Kanada û Hollandayê piştgirî wergirtiye.

Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sûnak îdîa kir ku êrîşên "pêwîst" û "bi pîvan" hatiye kirin.

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Aûstîn anî ziman ku ji bo kapasîteya êrişa li ser keştiyên li bazirganiyê yên li Derya Sor ev êriş hatin kirin. Hate ragihandin ku êriş li ser radar, binesaziya fuze û balafirên bêmirov hatiye kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Hûsiyan Huseyîn El Ezzî got, "Em bi êrişeke mezin a Emerîka û Îngilîstanê ya bi keştî, keştiyên binê avê û balafiran re rû bi rû ne. Divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Brîtanya amade bin ku berdêleke giran bidin û encamên giran ên van êrişan pêşwazî bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.