Antony Blinken ê ku rêveberiya Joe Biden weke namzetê Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYE’yê pêşniyaz kiriye, doh dest bi wezîfeyê kir. Wî li senatoyê got, Tirkiye weke hevgirekî ranabe. Wî got, ew ê qebûl neki ku Tirkiye sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, bêyî ku bê cezakirin; û ji ber wê jî ew ê cezakirina Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin.

Antonye Blinken beriya ku doh dest bi wezîfeyê bike ev agahî dan Senatoyê. Wî got,  “Nayê qebûlkirin ku qaşo hevalbendê me yê stratejîk, bi Rûsyayê re ango mezintirîn hevrikê me yê stratejîke re li ser heman xetê be. Divê em li bandora mueyîde û cezayên heyî binêrin û biryarê bidin bê ka hewce bi cezayên zêdetir heye yan na. Tirkiye hevgirek e, lê li gelek deveran weke hevgir ranabe. Ev ji bo me rewşeke zehmet e.”

WASHINGTON