DYE eskerî jî li Sûrî dimîne

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 12 Tebax 2021 - 03:34

  • Dana Stroul ji senatoran re got, "Rêveberiya Biden bi biryar e ku hebûna eskerî ya DYE´yê li Bakurrojhilatê Sûriyê dewam bike." 

Cihgira ji Karûbarên Rojhilata Navîn berpirsiyar a Wezîrê Bergiriyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Dana Stroul li Senatoya Emerîkayê û Cihgira ji bo Karûbarên Herêmî û Siyasî ya Wezareta Karê Derve ya DYE´yê, bersiv da pirsan. Sêşema bihurî ew beşdarî Civata Rojhilata Navîn, Başûrê Asyayê û Asyaya Navîn û Komîteya Jêr a Tevdîrên li dijî Terorîzmê bûn.

Dana Stroul ji senatoran re got, "Rêveberiya Biden bi biryar e ku hebûna eskerî ya DYE´yê li Bakurrojhilatê Sûriyê dewam bike." Ji ber ku Dana Stroul rayedara herî payebilind a çêkirina siyasetê ya elaqedarî Rojhilata Navîn e jî, ev daxuyanî muhim e. 

Hê destpêka Tîrmeha bihurî rayedarên Emerîkî dabûn zanîn ku Washington dixwaze gavên xwe yên siyaseta derve li Sûriyê xurttir bike. ji bo vê jî Wezareta Karê Derve dosya Sûriyê ji Konseya Ewlekariya Neteweyê ya Emerîkî wergirtibû. Hingê rojnameya Erebî ya li Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb weşanê dike, El-Beyanê gotibû, piştî civîna Vladimir Putin û Joe Biden a li Cenevreyê ya Hezîrana bihurî, DYE´yê biryar daye ku siyaseta xwe ya Sûrî li gorî berê bêhtir li pêş bigire. 

Di heman demê de rayedarên Emerîkî dabûn zanîn ku armanc ew e di warê siyasî de li çareseriyeke mijara Sûrî bigerin. Lê ev çareserî jî ne çareseriyeke mutleq e: çareseriyeke ku îstîqrar û jinûveavakirinê li Sûrî misoger bike."

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.