- Li gorî daxuyaniya Pentagonê, di çarçoveya vê biryarê de hejmara eskerên Emerîkî yên li Efxanistanê wê Çileyê 2021’ê dakeve 2 hezar û 500'î.
Di çarçoveya biryarên serokê xwe Donald Trump de çav li rê ye DYE li Iraq û Efxanistanê hejmara eskerên xwe kêm bike.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, di çarçoveya vê biryarê de hejmara eskerên Emerîkî yên li Efxanistanê wê Çileyê 2021’ê dakeve 2 hezar û 500´î. Wekîlê Wezîrê Parastinê, Christopher Miller diyar kir ku heta 15’ê Çile wê qederê 2 hezar eskerî ji Efxanistanê bên vekişandin.
Hate ragihandin ku derdora 500 eskerî jî wê ji Iraqê bên vekişandin û hejmara eskerên li vî welatî jî wê 2 hezar û 500 be.
Beriya vê daxuyaniya Pentagonê gelek rayedarên Emerîkî û biyanî hişyarî dabûn ku vekişîna bi lez a ji Iraqê û Efganistanê wê çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê teşwîq bike.
WASHINGTON