- El Zoba got: “Em ji cîhanê re dibêjin em yek gel û yek dest in û li dijî tevahî komployên li dijî me disekinin.
Cenazeyên du şervanên QSD’ê yên bira Mihemed Îyade El Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El Tebxan (Heyder) ku di êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre yek ji Fermandarên QSD’ê Sayil El Zoba axivî û da zanîn ku pêwîstî bi berdewamkirina şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û aliyên hewl didin xaka Sûriyê dagir bikin, heye.
El Zoba got: “Em ji cîhanê re dibêjin em yek gel û yek dest in û li dijî tevahî komployên li dijî me disekinin. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê heta têkbirina tevahî komployên li dijî herêmê li ser rêça şehîdan bimeşin.”
Hevseroka Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El Esed jî bang li civata navneteweyî kir ku li kêlek QSD’ê bisekinin. Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm nasnameya her du şehîdan xwendin û radest malbata wan kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.
HESEKÊ