Droneyek û radarek hatin tinekirin

Duşem 25 Mijdar 2024 - 02:55

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

21'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê sîstemeke radarê ya dagirkeran bi sûqîestê hate tinekirin.

23'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê 3 caran dest li dagirkeran werdan ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Bi çekên nîv otomatîk liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Xakurkê

22'ê Mijdarê li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

22'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Lolanê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin. Bermahiyên droneyê hate desteserkirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

21 û 23'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 19-24'ê Mijdarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Lolan, Girê Qele, Berbizinê, Xinêreya Jor 23, li Herêma Garê qadên Deşta Nehlê, Zêvkê, Dêreşê 5, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Serê Metîna û Bêşîlî 5, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 6; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21, 23'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî bi giştî 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.