Dr. Qasimlo beriya 37 salan hat qetilkirin

Sêşem 14 Tîrmeh 2026 - 18:00

  • 37 sal bi ser qetilkirina Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî re derbaz dibin. Dr. Qasimlo li ser maseya danûstandinan ya bi şandeyeke îstîxbarata Îranê ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hevalên xwe re hatin şehîdkirin.

 

13’ê Tîrmeha 1989’an ango beriya niha bi 37 salan Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê ji bo çareseriya pirsgirkêka Kurd bi saziya îstîxbarata rejîma Îranê re li dora maseya danûstandinan bûn, hatin qetilkirin.

Dr. Qasimlo kî ye ?

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’yê Kanûna sala 1936’ê li gundekê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

Qasimlo têkoşîna xwe ya siyasî li sala 1945’ê bi damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat li bajarê Ûrmiyeyê destpê kir. Lê piştî salekê li sala 1946’ê Komara Kurdistan li Mihabadê rûxiya. Lewra piştî rûxîna Komara Kurdistanê ew jî ji bo xwendinê çû Tehranê.

22’yê Çileya 1946’an dema li Meydana Çarçirayê ya Mihabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê xwendekar bû. Qasimlo bû şahidê hilweşandina Komara Kurdistanê ya li Mihabadê, darvekirina Qazî Mihemed ya li Meydana Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir.

Partiya sosyalîst a sala 1948’an li Çekoslovakyayê hate ser textê desthilatê, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo yê 18 salî bû.

Qasimlo sala 1948’an ji bo pileya xwendina bilindtir bike çû Parîsê. Di sala 1952’yan de, di dema hikûmeta Dr. Mihemed Musedîq de vegeriya Îranê û li Tehranê bû endamê Partiya Tudey ya Îranê, ku partiyeke çepgir a hemû Îranê ye. Piştî demekê Qasimlo vegeriya Mihabadê û berpirsiyariya xebata Hizba Demokrat girt ser milê xwe.

Piştî derbeya 19’ê Tebaxa 1953’yan Qasimlo neçar ma ku xwe veşêre û bi dizî li Tehran û Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasetê bike. Di sala 1957’an de careke din vedigere Komara Çekosilovakyayê ta ku di sala 1962’an de li Zanîngeha Pragê doktoraya xwe di warê aborî de werdigire û li wir mamostetî kir.

Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bibû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bibû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan ya Komara Kurdistanê ya li Mihabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Di sala 1970’an de Qasimlo vedigere Rojhilatê Kurdistanê û bi çend endamên partiyê re partiyê ji nû ve birêxistin dike. Di Hezîrana 1971’ê de dibe endamê komîteya navendî ya Hizba Demokrat û di sala 1973’yan de wek sekreterê giştî yê partiyê tê hilbijartin.

Piştî rûxandina desthilatdariya paşatiyê ya Îranê, Qasimlo wek sekreterê Partiya Demokrat, bi nûnerên desthilata melayan ya Îranê re çendîn car bi dirûşma “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî” hevdîtin pêk anîn, lê tu encam ji van hevdîtinan derneket.

Şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’yê qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî dewam kir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîvê sala 1980’an de bi qasidiya Serokê YNK’ê û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî bi Tehranê re têkilî danî.

Bi bihêzbûna desthilata melayan û hevkariya PDK’ê bi rejîma Îranê re di bin navê “serkirdayetiya demkî” û xiyanetên wê li dijî gel û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê, piştî demekê rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê neçar man ji Îranê derkevin û navendên xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Di sala 1986`an de Dr. Qasimlo bi navbeynkariya çend kesayetiyên siyasî yên navdar, ji wan serokê nemir ê Iraqê Celal Talebanî û serokê berê yê YNK’ê û serokê berê yê Cezayirê Ehmed Ben Bella, peyamek pêşkêşî rayedarên Îranê kir, di çarçoveya bidawîanîna aloziyan ligel Îranê. Di sala 1988’an de muzakereyên Qasimlo û Îranê li Ewropayê ji nû ve dest pê kirin. Ji ber ku li gor hevalên Qasimlo ew gihîştibû wê qenaetê ku “pirsgirêka kurd li Îranê” ne çareseriyeke leşkerî ye.

Di sala 1986’an de Dr. Qasimlo bi navbeynkariya çend kesayetiyên siyasî yên navdar, di nav wan de Serokomarê Berê yê Iraqê û Serokê Berê yê YNK’ê nemir Celal Talebanî, Serokê Berê yê Cezayîrê Ehmed Ben Bella, hat kirin. Di sala 1988’an de muzakereyên Qasimlo û Îranê li Ewropayê jinûve destpê kirin. Ji ber ku li gor gotinên hevalên Qasimlo, ew gihiştibû wê qenaetê ku “pirsgirêka Kurd li Îranê” bi têkoşîna çekdarî çareser nabe lewma serî li diyalogê da.

Şandeya hevdîtinê ya Îranê ji Mihemed Cehferî Sehrarûdî, Mistefa Acûdî her wiha şandeya Kurd jî ji Dr. Qasimlo û cîgirê wî Ebdullah Qadirî Azer gelek rêze hevdîtin kirin.

Beriya civîna ku Dr. Qasimlo û Qadirî Azer tê de hatibûn qetilkirin, du dewreyên din ên van hevdîtinan li Viyanayê hatibûn lidarxistin. Di dewreya sêyemîn de jî Qasimlo, ku bêhêvî bû ku ev hevdîtinane dê encamên erênî bi xwe re bînin, biryar da ku beşdar nebe û li şûna xwe Seîd Şerefkendî şand ser maseya danûstandinan. Lê şanda Îranê red kir û got divê sekreterê partiyê beşdarî civînê bibe.

Di gera sêyem a hevdîtinan de, şanda Îranê du merc ji şanda Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) re danîn. Mercê yekem yê Îranê ew bû ku yek ji organîzatorên rêze hevdîtinan Celal Talabanî tevlî danûstandinan nebe. Ya duyemîn jî divê ji bilî şandeya muzakereyê kesek din amade nebe, ankû muzakere bê parêzvan bên kirin.

Di dawiyê de, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Fazil Resûl di 13’yê Tîrmeha 1989ê de bêyî parêzvan û şandeya Îranê jî ku di nav wan de Mihemed Cehferî Sehrarûdî (Berpirsê Wezareta Îstixbarata Parêzgeha Kurdistanê), Mistefa Acûdî (Parêzgarê Sine) û Mensûr Bozurgiyan (Nûnerê Taybet yê artêşa pasdaran) li cihê hevdîtinan li avahiyeke li Kolana Linke Bangasse ya Viyanayê civiyan.

Li gorî agahiyan, piştî 3 saetan ji destpêkirina civînê, çend kesên çekdar avêtine ser odeya muzekere lê dihat kirin û dest bi gulebaranê kir. Di plana qirêj û bêbext ya şandeya Îranê de li gel Dr. Ebdulkerîm Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer, Dr. Fazil Resûl û nivîskar û siyasetmedarê ji bajarê Silêmaniyê Fazil Mele Mehmûd bi awayekî hovane hatin şehîdkirin. Di êrişa bêbext de çend gule li Sehrarûdî ket lê nemir.

Her çend piştî vê êrişa bêbext 2 dîplomatên Îranîê li Awûstûryayê hatin binçavkirin jî, lê kujerên bûyerê ji welatê Awûstûryayê reviyan. Ji ber nebûna delîlan ew dîplomatên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan û hikûmet jî li hember vî sûcî bêdeng ma.

Polîsên Awûstûryayê çekên ku di êrişê de hatine bikaranîn peyda kir û tekez kir ku ew çek ji Îranê hatine û di dema desthilata padîşahiya Îranê de ji Spanyayê hatine kirîn.

Li gor gotina hevjîna Dr. Qasimlo, Nesrîn Qasimlo dewleta Îranê gef li hikûmeta Awûstûryayê xwar ku kir ku eger bûyerê eşkere bike ew ê jî dosyaya firotina çekan ya Awûstûryayê ji Îranê re ya di dema şerê Îran Iraqê de eşkere bike ku di vê dosyayê de rêveberiya Viyanayê zagonên navnetewî di warê firotina çekan ji Îranê re binpê kiribû. Lewma hikûmeta Awûstûryayê jî xwe bêdeng kir û heta niha jî têkildarî êrişa şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bêdengiya xwe didomîne.

Erich Maximilian Schmidt, serokê beşa siyasî ya Wezareta Derve ya Awûstûryayê, di sala 1997’an de di hevpeyvînek ya ji rojnameya Die Standard ya welatê xwe re gotiye, Balyozxaneya Îranê bi eşkere gef li wan xwariye ku eger sûcdar bên eşkerekirin û li welatê wan bên dadgehkirin dê jiyana welatiyên Awûstûryayî yên li Îran dimînin jî bikeve metirsiyê.

Rexnegirên Dr. Qasimlo jî tekezî li wê yekê dikirin ku Qasimlo rêberek elît bû ku ji peykerê partiya xwe dûr ketibû, heta wî danûstandinên bi rejîma Îranê re dihatin kirin li komîteya siyasî ya partiya xwe jî veşartibû ku ev yek jî bû sedema qetilkirina wî.

Rexneyên li Dr. Qasimlo dihatin kirin li ser tomarên dengî yên ku ji gera sêyem a hevdîtinên wî yên bi tîma îstixbarata Îranê re li pey xwe hiştiye derketin holê. “Eger daxwazên me li ber çavan neyên girtin, nifşek din dê daxwaza cudabûnê bike. Wî ji Îraniyan re gotibû “Em nifşê demokrasî û xweseriyê ne. Eger kesekî din serxwebûnê yan jî sîstemeke sosyalîst ji bo Kurdistanê bixwaze, ez ne berpirs im. Divê her du alî zererê nedin yekparçeyiya xaka Îranê. Ger hûn mafên me bidin û rêveberiya me ya xweser qebûl bikin, em beşek ji Îranê ne û pirsgirêka Îranê dê bibe pirsgirêka me. Em ê alîkariya çareserkirina pirsgirêkan bikin. Lê dibe ku nifşek din ji ya min daxwazên cuda hebin. Daxwaza me wê zerereke herî biçûk jî nede Îranê. Berovajî wê ewlehiya sînorê Îranê yê 900 kîlometroyî pêk were. Ger rêveberiya xweser ji me re bê dayîn dê Kurdên Tirkiye û Iraqê jî xwe bidin aliyê Îranê.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.