Serlêdanên ‘Xelatên Rojnamegeriyê’ dest pê kirin
Sêşem 16 Hezîran 2026 - 15:00

- Serlêdanên 33’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kir. Îsal cara yekemîn dê ser navê Huseyîn Aykol “Xelatên Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bên dayîn.
Serlêdanên 33’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya ku ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê DFG’ê tê lidarxistin, dest pê kir. Pêşbirka ku bi dirûşma “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” tê lidarxistin, îsal dê ji bo bibîranîna rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku jiyana xwe ji dest da “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bê dayîn. Serlêdan heta 5’ê Îlonê dê berdewam bike.
DFG’ê têkildarî serlêdanan daxuyaniyek weşand û ev tişt got “33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku ji bo zindîgirtina bîranîna çinarê çapemeniya Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), bibîranîna rojnamegerên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane û xuyakirina keda rojnamegerên li pey heqîqetê tê lidarxistin, îsal di pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de pêk tê.”
Heta 5’ê Îlonê wext heye
Encamên pêşbaziya ku îsal di pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê de tê lidarxistin, dê di 15’ê Îlonê de werin aşkerekirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 5’ê Îlonê ye. Li aliyê din, merasîma xelatan jî dê îsal di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de, anku di 20’ê Îlonê de li Amedê were lidarxistin.
Navnîşanên serîlêdanê;
* e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com
* Telefon: 0 (530) 186 80 76
AMED







