Diyalektîka pêşketina pirsgirêka Baskê

Çarşem 17 Hezîran 2026 - 15:00

  • Pirsgirêka Baskê ku ji bo nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd referanseke gerdûnî pêşş dike, di esasê xwe de pevçûneke dîrokî ya dewleta navendî û lêgerîna otonomiya herêmî ye. Dîroka Baskê ku kevintirîn gelê xwecihî yê naskirî li Ewropayê ye, ji desteserkirina mafên wan ên kevneşopî heta dîktatoriya Franco û çalakiyên çekdarî yên ETA, niha di qonaxeke siyasî ya nû de ye ku tundûtûjiyê cihê xwe daye danûstandinên demokratîk. 

 

Bask, yek ji gelên herî dêrîn û bi sir û raz ê Ewropayê ye. Li bakurê Spanyayê û başûrê rojavayê Fransayê, li  rojavayê herêma Pîreniyê dijîn. Taybetmendiya sereke ya vê herêmê; wan di seranserê dîrokê de ziman, çand û rewşa xwe ya genetîk parastin. Dîroknas û genetîkzan dibêjin ku Baskî li vê herêmê dijîn berî ku eşîrên Hind-Ewropî yên wekî Kelt, Alman û Latînî nêzî 4000 sal berê koçî Ewropayê bikin. Baskî (Euskara) ku ne aîdî tu malbatên zimanan e û bi temamî îzole bûye, bi hezaran sal avaniya xwe ya orjînal parastiye, lê hemû zimanên li derdora wê bi eslê xwe Latînî ne. 

Parêzgehên Baskê yên ku di Serdema Navîn de girêdayî Keyaniya Kastilyayê bûn, vê pêvajoyê wekî teslîmiyetê nedîtin. Baskî bi şertê ku qanûnên xwe yên herêmî yên bi navê “Fuero” û mafê xwe yê berfireh ê otonomiyê biparêzin, bi qraliyetê re dilsoz man. Heta ku dema qiralên Spanyayê dihatin herêmê, ew neçar bûn ku sond bixwin ku ew ê rêzê li van mafan bigirin.  Lê belê, bihêzkirina polîtîkayên navendî yên li Spanyayê û hewldana avakirina netewe-dewleteke nûjen di sedsala 19’an de bû sedema betalkirina mafên Fuero yên ku Baskî bi sed salan parastin.

Serdema ku ev tengezariya dîrokî di asta herî bilind de qewimî, nîvê sedsala 20’î bû. Baskiyan di Şerê Navxweyî yê Spanyayê yê ku di sala 1936’an de dest pê kiribû, li cem Komarparêzan (yên ku soza xweseriyê dabûn wan) cih girtibûn, bûn hedefa General Francoyê faşîst. Ew yeka ku balafirên şer ên Almanyaya Nazî ku piştgirî dida Francoyê, di 26’ê Nîsana 1937’an de bajarê pîroz Guernica bi erdê re kirin yek, trajediyeke mezin bû ku bûbû mijara berhema nemir a Pablo Picasso jî.

Bi mirina Franco di sala 1975’an de û derbasbûna Spanyayê ber bi demokrasiyê ve, sîstem kete nava lêgerîneke nû ya hevsengiyê. Bi Destûra Bingehîn a 1978 û Statuya Xweser a Baskê ya 1979, herêm xweseriya herî berfireh di dîrokê de bi dest xist, bi parlemento, hêza polîs û desthilata berhevkirina bacê. Lê belê vê yekê şer bi dawî nekir, tenê ew kir xîmê bingehîn. ETA ku di serxwebûnê de israr kir û van reforman “sexte” dît, bi awayekî îronîk çalakiyên xwe yên çekdarî di serdema demokrasiyê de zêde kir. 

Di sedsala 21’emîn de, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû ku rê li ber tundûtûjiyê digire. Guhertina konsepta ewlehiya cîhanî piştî êrişên 11’ê Îlonê, Fransa ji bo endamên ETA’yê stargeheke ewle nebû û qedexekirina Batasuna ku wekî baskê siyasî yê rêxistinê dihat dîtin, di sala 2003’an de rêxistin xist nav xitimandineke leşkerî. Di encama westandina gelê Baskî ya ji tundûtûjiyê û zexta giran a dewletê, ETA ragihand ku ew di sala 2011’an de dev ji çekan berdide û di sala 2018’an de, dawî li  hemû saziyên xwe tîne û bi fermî lêborînê ji qurbaniyên sivîl xwest. Di dîroka 60 salî ya şer de zêdetirî 820 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Diyalektîka dîrokî ya pirsgirêka Baskê nîşan dide ku; Dema ku her tevgereke navendî ya Madrîdê nasnameya Baskê derdixe pêş, şîdeta radîkalîzma Baskê refleksên neteweperest ên dewleta Spanyayê mezintir dike. Di vê xalê de, welatparêziya Baskiyan  ji holê ranebûye, berevajî wê, ji siya çekê rizgar bûye û bi temamî legalîze bûye. Pevçûn bi dawî nebûye; Ew veguheriye qada danûstandinên siyasî û aborî ku partiyên wekî EH Bildu, ku li ser bingeha mîrateya ETA’yê siyasetê dikin, di parlamentoyê de desthilatdariyê bi dest dixin. Heta ku rastiya Baskê li du dewletên cuda dabeşkirî berdewam bike, pêşveçûnên siberojê dê diyar bikin ka çareseriyek konfederal an modelek nenavendî ya cuda dê serdest bibe.

PUNG MEDYA/MEHMET KARAKUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.