Çîroka berxwedanê: Hayrî Dûrmûş
Pêncşem 16 Tîrmeh 2026 - 16:30

- Girtîgeha li Amedê yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka Kurd e. Kenan Evren li Deriyê Çiyê di mîtîngê de girtîgeh nîşan da û got, "Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike dev ji îdeolojiya xwe bernadin." Ev gotin ispata berxwedanê bû.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku yek ji rûpelên herî bi heybet ê dîroka berxwedana bi rûmet a gelê Kurd e, weke ku ji derve ve xuya dike ne tenê çalakiyeke girtîgehê bû. Xaleke şikestinê ya dîrokê bû ku têkoşîna hebûnê, nasname û rûmeta gelekî jinûve pênase dikir. Yek ji pêşengên vê berxwedanê, ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê û endamê Komîteya Navendî Mehmet Hayrî Dûrmûş piştî wê berxwedana bêhempa ya 61 rojî, di 12'ê Îlona 1982'an de şehîd bû. Çîroka jiyana wî, kesayetiya wî ya dilnizm û mîrateya ku ji gelê Kurd re hişt di gotinên wî û vegotinên xizmên wî de têne bîranîn.
Mehmet Hayrî Dûrmûş sala 1955'an li gundê Qumikê yê navçeya Depê ya Xarpêtê, li nava malbateke Dersimî weke zarokê sêyemîn ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Riçikê yê Mazgîrtê koç kiribû. Hayrî Dûrmûş ku li nava atmosfereke kêfxweş, aram û mêvanperwer mezin bû, ji zarokatiya xwe ve nîşan dida ku zarokekî cuda ye.
Dibistana seretayî li gel kekê xwe li gundê cîran li Kizilpinarê xwend. Yekî welê jîr û jêhatî bû ku di demeke kurt de derbasî pola duyemîn bû, piştre jî yekser derbasî pola pêncemîn bû.
Hayrî Dûrmûş ku Lîse di rêza yekemîn de qedand, mafê xwendinê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê qezenç kir.
Salên Enqereyê di jiyana wî de bû xaleke werçerxê. Dema ku li pola çaremîn a zanîngehê bû piştî ku hevalekî wî (Ji Rihayê) li Enqereyê hate kuştin, dema ku cenazeyê wî bir, hate binçavkirin. Mehekê li Girtîgeha li Rihayê hate ragirtin.
Hayrî Dûrmûş sala 1973'an tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di dawiya sala 1975'an de koma Apoyî nas kir. Hayrî Dûrmûş ku lêkolînên kûr li ser Marksîzm û Lenînîzmê kir, di sala 1977'an de dest ji zanîngehê berda û biryar da ku jiyana xwe bi rengê şoreşgerekî profesyonel dewam bike.
Hayrî Dûrmûş li Çewlîg, Amed, Mêrdîn û Rihayê bi rengekî çalak beşdarî karên rêxistinkirina gel bû. Di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê beşdarî Kongreya Damezrandinê ya PKK'ê bû. Di Kongreyê de Rêber Apo bû Sekreterê Giştî, ew jî ji bo endametiya Komîteya Navendî hate hilbijartin. Di amadekirina rêziknameya partiyê de bi roleke girîng rabû.
Piştî civîna li taxa Dîkmen a Enqereyê ya Cotmeha 1975'an ku Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Hakî Karer, Bakî Karer û Hayrî Dûrmûş tevlî bûn, li gel Rêber Apo broşura ji 68 rûpelî ya bi navê "Rêya Şoreşa Kurdistanê" nivîsî ku hîmên îdeolojîk ên rêxistinê bû.
Di civîna Komîteya Navendî ya 5'ê Çileya 1979'an de Rêber Apo Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û Bakî Karer weke endamên Komîteya Navendî diyar kir. Li gel Cemîl Bayik ku berê hatibû diyarkirin, Komîteya Navendî ya ji 7 kesan Komkujiya Mereşê nirxand û nexşerêya rêxistinê destnîşan kir.
Hayrî Dûrmûş di 30'ê Mijdara 1979'an de bi operasyonekê li Qoserê hate girtin. Li Dadgeha Rewşa Awarte ya li Amedê bi navê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê parastina siyasî kir.
Hayrî Dûrmûş di 25'ê Mijdara 1980'î de di nameya ji bo malbata xwe wiha digot:
"Weke li her devera cîhanê, weke kesekî ku bi wezîfe û berpirsyariya xwe zane ez jî ji bo rizgariya gelê xwe, ji bo serxwebûna welatê xwe beşdarî nava têkoşînê bûm. Ji sala 1973'an heta 1979'an bi rengekî çalak xebitîm. 7 salan min bi çalak têkoşîn meşand. Dibe ku ev dem ji bo we dirêj be lê belê ji bo mirovekî siyasetê ku her tiştê xwe daye têkoşîna welatparêziya şoreşger, gel û mirovahiyê parçeyekî gelekî biçûk ê demê ye."
Hayrî Dûrmûş ku li Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê li gel sedan hevrêyên xwe hate ragirtin, li hemberî kiryar û îşkenceyên li girtîgehê bû yek ji pêşengên berxwedanê. Di îfadeya xwe de ku li girtekên dadgehê hate nivîsandin wiha digot:
"Ez endamê rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê me ku ji demokrasî û serxwebûna li Kurdistanê re pêşengiyê dike. Ez ji destpêkê ve tevlî karên vê tevgerê bûm, hîn di asta komê de beşdarî kar bûm û di pêvajoya partîbûnê de bi rengekî çalak tevlî bûm. Di civîna damezrandinê de amade bûm. Piştre jî ji Komîteya Navendî ya Partiyê re hatim hilbijartin."
Piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î, di atmosferekê de ku Girtîgeha li Amedê veguherîbû navendeke îşkenceyê, mafê parastinê nedihate naskirin û îşkence gihîştibû asta herî bilind, bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş di 14'ê Tîrmeha 1982'an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin hate destpêkirin.
Hayrî Dûrmûş li daddgehê eşkere kir ku dest bi çalakiyê dike û wasiyet kir ku gotina 'Bi deyndarê mir' li kêla wî bê nivîsandin. Ev gotin weke nîşaneya herî şênber a hestê wî yê deyndariya ji bo gelê xwe û dilnizmiya wî tê qebûlkirin. Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî bi wî re beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî berxwedana ji 61 rojî di 7'ê Îlona 1982'an de Kemal Pîr, di 12'ê îlona 1982'an de Mehmet Hayrî Dûrmûş, di 15'ê Îlona 1982'an de Akîf Yilmaz û di 17'ê Îlona 1982'an de Alî Çîçek şehîd bûn.
Polîsan di rê de agahiya şehadeta wî dan bavê wî Îsa Dûrmûş. Bavê wî, xwişka wî û xizmekî wî ku çû cenaze werbigirin cenaze ji Amedê anîn û gihandin Çewlîgê. Stuyê Hayrî Dûrmûş şikestî bû, bedena wî jî tenê çerm û hestî mabû. Bavê wî çend taksî kirê kir, hemû xizmên xwe li wesayitan siwar kir û cenaze li temamiya Çewlîgê gerand. Dema ji ber Lîseya Çewlîgê derbas bû got, "Min te anî! Tu bi serbilindî ji vir çû û bi serbilindî hat."
Ji ber şert û mercên rewşa awarte merasîma cenaze sade bû û li gorî mercên demê tevlîbûneke zêde çêbû. Hayrî Dûrmûş li Goristana Duzagaç a li Çewlîgê hate veşartin. Kekê wî Huseyîn Dûrmûş ku 1'ê Çileya 1981'ê de şehîd bû li heman goristanê hatibû veşartin. Hayrî, Huseyîn û xwişka wan Yildiz, sê xwişk û bira li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn.
Mehmet Hayrî Dûrmûş weke yek ji sembolên 14'ê Tîrmehê tê dîtin ku ji aliyê PKK'ê ve weke 'Roja Rûmetê ya Neteweyî' hate ragihandin. Piştî 41 salan, di sala 2023'an de Weşanên Serxwebûnê name, nivîs û girtekên li dadgehê yên wî kir pirtûk.
Berxwedana li Girtîgeha Amedê weke yek ji berxwedanên herî bi heybet ên hişê gelê Kurd derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Serokkomarê wê demê Kenan Evren li Deriyê Çiyê yê Amedê di mîtîngekê de girtîgeh nîşan da û got, "Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike nikare wan ji îdeolojiya wan vegerîne." Ev gotinên wî ispata bandora berxwedanê bû.
Rêber Apo: Ev çalakiya ku hevrê Kemal, Hayrî û Akîf pêşengî jê re kirin, rêze bandora destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ku di kêliya herî krîtîk a li dijî pêla teslîmiyetê ya serberjêriyê hate destpêkirin, di roja me ya îro de hîn baştir dikare bê fêhmkirin û encam jê bê wergirtin.
Nêzîkatiya şaş a li şehîd, xemsarî û lîstina bi nirxên wan dibe ku ew rastî bi xwe ye ku wî kesî diqedîne û ji fîşeka dijmin bêhtir xetere ye. Yên ku li hemberî nirxên berxwedana mezin feraset, hurmet û dilsoziya xwe bi hevgirtî nekarîn biparêzin, nekarî mafê wê bidin; nikarin ji lanetbûyînê, lewma ji tinebûna li pêşberî dijmin xwe rizgar bike.
Sakîne Cansiz: Di Kongreya Damezrandinê de Rêbertî anî ziman ku civîn ji aliyê hevalekî din ve dikare bê birêvebirin û pêşniyar kiribû ku "Hevalê Hayrî vê bike." Piştî ku ev pêşniya hate qebûlkirin kongreyê bi rêveberiya Hayrî Dûrmûş destpê kiribû.
ANF / RUSTEM SÎNCER








