
Nameyeke heta niha nedihat zanîn ya ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş derkete holê. Durmuş ji birêxistinkerên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14´ê Tîrmehê bû. Name piştî 41 salan derkete holê.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê ya hingê Mehmet Hayri Durmuş ev name gava ku li Hepsa Diyarbekirê êsîr bû, 25´ê Mijdara 1980’yî ji malbata xwe re nivîsandiye. Di nameyê de ew dibêje, “Ji roja pêşî ya têkoşîna xwe ve ez pir baş pê dizanim ku rizgariya miletan, welatan wiha di nava çend meh û çend salan de nabe. Rizgarkirina welatekî mîna Kurdistanê û xweşhalbûna wê karê gelek nifşan e.”
Durmuş dibêje, dildariya wî ya têkoşînê dewam dike û wî xwestiye heta dawiya emrê xwe çalak têbikoşe û wiha dewam kir: “Ez hatim girtim, dîl im; ez ji ber vê xemgîn im. Lê her ku dibînim gelê min û hevalên min di bin lingê mîlîtarîzma Tirk de tê pelixandin, di êşkenceyan de bi awayekî nemerdane tên qetilkirin, kîna min û hêrsa zêdetir dibe.”
Nikarin bi PKK'ê
Mehmet Hayri Durmuş di dewamê de dibêje, “Erê rast e ji me gelek çûn. Lê ne artêşa Tirk, ne xayin û ne jî axayên wan ên împeryalîst wê ti carî nikaribin PKK´ê tine bikin; ew ê nikaribin bi ruhê berxwedêr ê gelê me. Têkoşîna serxwebûn û azadiyê ya bi pêşengiya PKK´ê wê di dawiya dawî de bi serketinê bi dawî bibe. Di zindanên mêhtingeran de ez dilsozê PKK´ê û pîvanên wê mam û ez ê her wiha bimînim jî…”
Hat weşandin
Ev name û gelek, name, girtenameyên mehkeme û rûniştinan ên Mehmet Hayri Durmuş hatin berhevkirin, û Weşanên Serxwebûnê ev belge hemû, weke kitêb weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN







