Dîroka çeteyên li Rojhilatê Kurdistanê
Yekşem 5 Tîrmeh 2026 - 17:00

- Têgiha ‘cehş’ li Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e. Ji ber avaniya eşîrî ya xurt û sîstema esilzadetî (xan û begtiyê) ya di dema berê de, hikûmetên hatî avakirin ên li pey hev ‘Qacar, Pehlewî û Komara Îslamî’ timî sûd ji nakokiyên navxwe yên Kurdan girtine ji bo tinekirina tevgerên netewî.”
Ev sîstema cehşatî ya ji eşîran hate Simkoyê Şikakî bûn sedema rûxandina Komara Mehabad û di bin navê ‘Qiyade Mueqete, Pêşmergeyên Musilman û Behsiyên Kurd’ bûne amûrên esasî yên di destê rejîma Îslamî ya Îranê de ya ji bo lewazkirina tevgerên rizgariya gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê.
Eşîrên li dijî netewperestiyê
Berî partiyên siyasî yên moder li Rojhilatê Kurdistanê serî rakin, nakokî zêdetir di navbera eşîran hebûn. Padîşahê Qacar û piştre jî Şah Reza Pehlewî sîstema ‘bikaranîna Kurd a li dijî Kurd’ zêdetir bû. Rikberên Simkoyê Şikakî ên weke eşîreke mezin, Megur, yan jî çend aliyên din bi pere û çek razî bikin li gel artêşa Îranê dijî Simko şer bikin û belav bikin.
Serdema Komara Kurdistanê
Ev qonax xaleke werçerxane û girîng bû ji bo cudabûna eniya netewî û eniya hevkarên dagirkeran. Di dema ragihandina komarê ya bi pêşengtiya Qazî Mihemed de, beşek ji serokê eşîran bi realîte sonda dilsoziya xwe dan. Lê dama hêzên Sovyetê vekişiyan û artêşa Şahê Îranê ber bi Mehabadê ve hat, çend serokên eşîrên ku piştre weke ‘serokê cehşan’ yan jî begtî hevpyemanî bi şah re kirin. Pişta xwe dan komarê û pêşengtî ji artêşa şah re kirin. Ev xiyanet sedema yekem û ya herî esasî bû di rûxandina komar û bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de.
Li gorî metnên pirtûka ‘Xiyaneta Qiyade Mueqete bi netewa Kurd re’ ku ji aliyê Ebdullah Hesen Zade û Doxtor Qasimlo ve hatibû nivîsîn. Piştre Peymana Cezayîr a 6’ê Adara 1975’an di navbera Şahê Îranê û Sedam Huseyîn de ku wê demê alîkarê Serokkomarê Iraqê bû, çekdarên PDK’ê bi fermana Şahê Îranê êriş dike ser bargeha Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran li sînor. Li Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê leşker û cehşên rejîmê dikevin nêçîra pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdisan-Îran. Her wiha Mela Mustefa fermana kuştina rêveber û şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê dide.
Serdema Xumeynî
Piştî hilweşîna rejîma Şah a sala 1979’an û destpêkirina şerê çekdarî ya di navbera partiyên Kurdî (PDK-Î û Komele) ya bi rejîma nû Komara Îslamî ya Îranê, diyardeya cehşîtî kete qonaxeke sîstematîk û leşkerî ya tirsnak. Xumeynî û desthilatdarên Îranê di sala 1979-1980’ê saziya Pêşmergeyên Musilman ji wan Kurdan pêk anî ku bandora Musilmantiyê li ser zêdetir bû, an jî pirsgirêkên kesî û eşîrî bi partiyên çep û neteweyan re hebû.
Ev hêz (ku di nav gel de wekî “cehş” têne zanîn) bûn pisporên rêyan û pêşveçûna Artêşa Pasdaran û Besîcê ji bo girtina bajar û gundên Rojhilat. Wan roleke bixwîn û bi bandor di tespîtkirin, girtin û darvekirina kadroyên welatparêz û Pêşmergeyan de leyîstin.
Di heman demê de, “Qiyade Muweqet’ (Rêveberiya Demkî) ya ku ji neviyên Mela Mustefa Barzaniyê ku hatibû damezrandin, piştgiriya xwe ya ji bo Xumeynî li dijî tevgerên rizgariya Kurd nîşan da û Pêşmergeyên PDK-Î kuştin. Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê yê niha Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ku ji hêla malpera “Farisî Bi Tawan” ve hatiye weşandin got, “Em beşek ji Îranê ne û em ê nehêlin ku tu derbeyek li şoreşa Îmam Xumeynî were xistin.”
Li gorî vîdyoyek arşîvê ya Artêşa Pasdarên Şoreşê, hevpeyvînek bi fermandarekî Pêşmerge yê Rêveberiya Demkî ya PDK’ê re tekez dike li ser hevpeymaniya PDK’ê bi rejîma Îranê re ji bo çewisandin û tepeserkirina tevgera rizgariya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di navbera salên 1981-1982'yan de.
Cehşên peregirtî
Piştî vekişîna hêzên çekdar ên partiyên Kurdî ji bo sînor û Başûrê Kurdistanê di salên 1990’î de, şêweyê cehştiyê li Rojhilat veguherî pêkhateyeke sivîl-leşkerî. Niha di bin navê “Besîcên eşîrî” an endametiya di Artêşa Pasdaran de berdewam dike. Rejîma Îranê gelek caran ciwanan neçar dike ku ji ber bêkarî û xizaniya zêde li Kurdistanê çekan hilgirin an jî bibin sîxûr.
Di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya 2022’yan de, ev cehşên herêmî ji hêla rejîma Îranê ve hatin bikaranîn da ku xwepêşanderan tepeser bikin, ciwan û jinên ciwan yên serhildêr nas bikin û hevwelatiyên xwe gulebaran bikin. Bi vî rengî, rejîmê bi sedan Kurd girtin û şehîd kirin.
Di rojên dawî de, çar gerîlayên YRK’ê piştî êrîşa rejîma Îranê ya li ser Bane, Merîwan û Mîhabadê şehîd bûn. Ciwanên welatparêz yên Kurdistanê du cehş û nokerên bi navê Xalid Xalidî Niya û Burhan Krisanî kuştin. Di destpêka Hezîranê de koma ciwanên welatparêz cehşekî din yê binavê Heme Çikol ceza kir.
BARAN GERMIYANÎ-ROJNEWS







