Îlona 2015'an li paytexta Swîsreyê Bernê, faşîstekî Tirk erebeya xwe ajotibû nav Kurdistaniyan. Van Kurdistaniyan hingê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê xwepêşandan li dar dixist. 

Ji ber pandemiya ji ber vîrusa koronayê, doza li Dadgeha Herêmî ya Bern-Mittellandê hatibû bipaşvexistin. Niha dozê dest pê kir li dijî êrişkarê Tirk ê faşîst. Di rûniştina pêşî a dozê de dozgerê xwest 8 sal cezayê hepsê li êrişkarê faşîst ê Tirk bê birrîn. 
Îlona 2015'an li ber çemê Aare erebeya li serê nîşana gurên boz hebû, ajotibû nav ciwanên Kurd. Du Kurd bi giranî birîndar bûn. Xwepêşandarên Kurd jî karî ajokarê erebê birîndar bikin. Êrişkarê navê wî nehat eşkerekirin 46 salî ye.

Dozgerê di rûniştina ozê de got, wî gava bi leza saetê 30 ta 50 kîlometroyan da nav xelkê, dizanî wê mirovan bi giranî birîndar bike û heta wê karibe bibe sedema mirina wan.

Parêzerê Tirkê faşîst, îdîa kir ku muwekîlê wî ji tirsa nezaniye çi bike. Yanî li gorî îdîaya parêzer, faşîstê Tirk daye nav komê û paşê xwestiye biçe cem polêsê li Meydana Helvetia. Li wê meydanê jî xwepêşandaneke Tirkên faşîst a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hebû.

Faşîstê Tirk ê li Zurichê dimîne, di rûniştina dozê de hazir nebû û bi raporeke doktor îdîa kir ku siheta wî ne baş e û nikare beşdarî rûniştina dozê bibe. Parêzerê faşîstê Tirk doza beraeta wî kir.

BERN