Doza li dijî Leonora Messing
Sêşem 25 Çile 2022 - 22:39
- Bêhtirî hezar welatiyên Elman di nav dehsala bihurî de berê xwe dan nav refên koma çeta DAIŞ´ê.
Bêhtirî hezar welatiyên Elman di nav dehsala bihurî de berê xwe dan nav refên koma çeta DAIŞ´ê. Hin jê ji dema ku QSD´ê ev kom têk bir, vegeriyan Elmanyayê. Li dijî gelekan ji wan jî doz hatin vekirin. Doh li dijî yekê ji wan dozekê li bajarê Elmanyayê Halleyê dest pê kir. Ev jina ciwan a bi navê Leonora Messing, gava ku bihara 2015´an tevlî nav refên rêxistina çete bûye, 15 salî bûye.
Ew li nexweşxaneyeke li Reqayê xebitiye û ji bo DAIŞ´ê sîxûrî kiriye li dijî jinên çeteyan. Ji ber wê jî ji bilî endametiya rêxistineke terorîst, ew bi sûcên li dijî mirovahiyê jî tê gunehbarkirin, ji ber ku mêrê wê jineke êsîr a Êzîdî li mala xwe kiriye kole.
Doza wê li Elmanyayê balê dikişîne ser xwe ji ber ku bavê wê kitêbek weşand li ser rewşa keça xwe. Piştî ku DAIŞ têk çû ew li kampa Roj a Rêveberiya Xweser hatibû girtin. Dawiya sala 2020´an tevî du zarokên xwe Elmanyayê ew biribû. Ew nehatiye girtin, şagirt e û tevlî bernameyeke perwerdeyê ya li dijî tundrawiyê dibe.
HALLE