Rêveberiya Xweser di 10'ê Hezîranê de ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne bi awayekî adil, zelal û eşkere darizîne.
Girêdayî mijarê, yek ji lêkolînerên mezin ên peymangeha New Lines a Emerîkî Nicholas Heras destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dîplomasiyeke kûr bi dewletên ku welatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de wernegirtin re dimeşîne û wiha got;“Gelek dewletan nexwestin ku çekdarên biyanî yên xetere werbigirin. Hin caran jî nexwestin malbatên wî jî werbigirin ku li ser wan gef in. Ev ji bo Rêveberiya Xweser û hevalbendên wê DYE`yê astengiyeke mezin e.”
Ew ê dadgehan paşguh bikin
Der barê helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li hember darizandina çeteyên DAIŞê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lêkolînerê kar û barên terorîzmê Hesen Ebû Heniye wiha axivî: "Mijara çete û kampan ji bo Koalîsyona Navneteweyî bi xwe pirsgirêk e. Yanî danûstandina bi Rêveberiya Xweser re jî bûye pirsgirêk. Heke piştgiriyê bidin dadgehên li Rêveberiya Xweser, ev tê wê wateyê ku di aliyê siyasî û qanûnê de rêveberiyê nas bike. Lê ji bo Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ew ne pêkan e." Ebû Heniye destnîşan kir ku dewletên koalîsyonê wê dadgehên Rêveberiya Xweser nas nekin, lê dibe ku di aliyê aborî de destekê bidin wan.
Li gor Ebû Heniye, ew ê bi hêsanî vê dozê paşguh bikin û got heke vînek hebûye, dê ji destpêkê ve tiştek bikirbana.
Bi vê rêbazê nikarin tine bikin
Der barê paşguhkirina doza DAIŞ’ê û kampan de Ebû Heniye got: "Bi kurtasî ev pirsgirêk ne xema wan e. Ew nikarin tawanên li dijî çekdarên DAIŞ`ê îsbat bikin. Tenê dikarin îsbat bikin ku endamên rêxistineke terorîst in. Heke bên darizandin jî, wê herî zêde 3 sal ceza li wan bên birrîn û wê piştre derkevin. Bi rêbaz û awayên niha têkbirina DAIŞ'ê zor e, wan êdî xak û rûbera cografî ji dest dan û berê xwe da şerê kolanan. Li hember vê rêbazê jî kedek mezintir pêwîst e. Hêzeke îstixbaratî û operasyonan xurt divê. Niha ev hewldan bi balafirên bêmirov tên kirin ku Washington dimeşîne. Ne Rêveberiya Xweser ne jî Sûriye ne jî Iraq nikarin DAIŞ`ê tune bikin, pêwîstiya wan bi derfetên mezin hene."
ANHA/GÎVARA ŞÊX NÛR