Li her devera Kurdistaniyên welatparêz lê hebûn tevî dostên xwe daketin meydanan û kujerên komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an şermezar kirin û xwestin tavilê bêne cezakirin. 9’ê Çile ya 2013’an yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) di navê de, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.
Di serî de li bajarê lê hatibûn qetilkirin, li Parîsê, li gelek navendên Ewrûpayê her sê şoreşgerên jin ên Kurd bi çalakiyên girseyî hatin bibîranîn.
Saziyên Kurdistanî, Tevgera Jinên Kurd, Nûnerên Saziyên Kurd û dostên Kurdan ên li Parîsê tevlî merasîmê bûn.
Kurdistaniyan bi sloganên “Stop Erdogan, Terorîst Erdogan”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bimire dewleta Tirk a faşîst” armanca xwe diyar kirin û bi girseyî ji ber Gare de Nordê meşiyan û li Qada Rêpublîqûeyê civiyan.
FRANSA
Kurdistanî û dostên xwe li bajarên din ên Fransayê jî çalakî pêkanîn.
Li Strasboûrg, Rennes, Marsîlya û Toulouseyê qetlîama Parîsê di salvegera 8’an de hate protestokirin. Di çalakiyan de slogan hatin gotin, wêneyên 3 jinên şoreşger ên Kurd hatin hildan û doza dadê li Fransayê hat kirin. Nûnerên gelek sazî û dezgehan di çalakiyan de cihê xwe girtin. Ciwan û jinan ji çalakiyan re pêşengî kirin.
ELMANYA
Yek ji welatên Ewrûpayê yê herî zêde çalakî lê hebûn Elmanya bû.
Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dimînin, meşeke girseyî li bajarê Dusseldorfê li dar xistin û 3 şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
Nûnerên saziyên Kurdan û dostên wan di çalakiyê de axivîn û bal kişandin ser têkiliyên qirêj ên dewletên Ewrûpayê bi dewleta Tirk re û xwestin dewletên Ewrûpayê van têkiliyên xwe bi dawî bikin. Mîtîng bi stranên Hozan Comert bi dawî bû.
Li bajarê Berlîn, Halle, Hamburg, Frankfurt, Stutgart, Hannover û Freiburgê yên Elmanyayê çalakiyên bibîranîn û şermezarkirinê hebûn. Di meş û mîtîngan hemûyan de doza dadê hat kirin.
WELATÊN DIN ÊN EWRÛPAYÊ
Li welatên din ên Ewrûpayê jî li gelek navendan çalakî hebûn.
Li paytexta Îtalya Romayê, li 4 bajarên Swêdê Karlstad, Orebro, Vasteras û Gavleyê, li bajarê Graz ê Awusturyayê, li paytexta Brukselê Belçîkayê, li bajarê Amsterdamê yê Hollandayê, li paytexta Katolanyayê Barcelonayê, li Fînlandiya û li paytexta Ermenistanê Êrîvanê çalakî hebûn. Di çalakiyan de dostên Kurdan jî cih girtin û xwestin ji kujerî û dîktatoriya Erdogan re “stop Erdogan” were gotin.
MEXMÛR, KERKÛK, HELEB
Li deverên din ên Kurdistanî lê, çalakî hebûn. Li Kampa Mexmûrê meş û mîtîng hebû. Li Kerkûkê û Helebê jî aktîvîteyên bîranînê pêk hatin.
NAVENDA NÛÇEYAN