Dixwazim mirov têkevin nav cîhaneke rengîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Îlon 2021 - 01:30

Ji jinên şêwekar ên bajarê Silêmaniyê, Jiwan Baqî ya 27 salî hewl dide lêhurbûna xwe bi rêya şêwekariyê bide der. Jiwan Baqî diyar kir ku ew ji sala 2017’an ve bi pisporî karê şêwekariyê dike: “Dixwazim dema kesek ji rewşa heyî dilteng bûbe, li holeke hunerî çav li tabloyên rengîn bikeve, dilfereh bibe û têkeve nava cîhaneke rengîn. Tabloyên min zêdetir li ser jiyan û xebata jinan in. Ji ber ku jin serwerê jiyanê ne û rola wan di guherîna civakî de girîng e, ji bo wê jî dixwazim zêdetir behsa jinê bikim.” 

Dixwazim hêza jinê bidim nasîn

Jiwan Baqî dibêje, “Bi xêzkirinên xwe dibînim û hîn zêdetir xwe dinasim. Bi heskirin û raveya hestan dikevim nava karê hunerî. Hestên jiyanê di nava tabloyên hunerî de em hewl didin, bidin xuyakirin. Ji ber wê jî divê rengên li ser tabloyan, li hev hatî bin û bala mirovan bikişînin. Tabloyên min zêdetir li ser jiyan û xebata jinan in. Min bi dayikan dest pê kir û dixwazim hêza wan a daneheva jiyanê bidim nasîn.” 

Hewceye hunermend werin nasîn

Jiwan Baqî xwest ku hunermendên mezin ên welatê wan bên dîtin: “Em dixwazin bernameyên hunerî bên çêkirin ku em bikarin hunermendên welatê xwe binasin. Niha ji ciwanekê bipirse, hunermendên vî welatî nas nake, ji ber ku di bernameyên TV´yê û meydana ragihandinê de nedane nasîn. Helbestvan û kesayetên di hunerê de naskirî li vî welatî hene, hewceye bên nasîn û ciwan ji jiyana wan a hunerî haydar bin.” 

JINHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.