Dixwaze Kurd dengê xwe bidinê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 18 Cotmeh 2023 - 04:18

ERDOGAN ZAMUR / BASEL

Li Swîsreyê 23´yê Cotmehê wê hilbijartinên ji bo Meclîsa Federal çêbin û Mustefa Atici yê ji Mereşê, ji bo cara duyem namzet e ku bikeve parlamena federal. Atici li Kantona Baselê ji partiya Sosyaldemokrat (SP) dikeve hilbijartinê û dixwaze Kurd jî dengê xwe bidine wî.

Mustafa Atici yê ku hê jî parlamenterê federal e, kiribû ku televizyona dewletê ya Swîsreyê SRF vê şiroveyê bike: “Kurdan hilbijartin diyar kir”, dibêje, bi rast jî dengê Kurdan encamê diyar dike.

Îsal ji kantona Basel ê wê 4 parlamenterên federal bên hilbijartin. Mustafa Atici 4 dewran li ser hev ji sala 2004´an ve di meclîsa kantonê de cihê xwe girt û sala 2019´an di hilbijartinên federal de ji SP´yê bû parlamenter. Ew dibêje, mijarên koçber û perwerdeyê, mijarên wî yên li pêş in û wiha dipeyive: “Nexasim ji bo perwerdeya pîşeyî ya koçber temenmezin ez dixebitim. Pêşnûmeya min a ji bo qebûlkirina tecrûbeya wan û behreyan dîplomaya wan a pîşeyî bê naskirin, li meclîsê hat qebûlkirin.”

Ji bo xebatên di ber zimanê Kurdî de jî ew dibêje, “Heger Kurd li kantonan di saziyên xwe de xebatên li ser zimanê Kurdî bikin, hingê dibe ku derfetên ji bo qebûlkirina di nava sîstema perwerdeyê de peyda bibin. Ez amade me, bi wan hevalan re kar bikin ku dilxwaz û dildar in ku ji bo zimanê Kurdî bixebitim.”

Mustafa Atici di pûsûleya dengan a Baselê de di lîsteyan 5´an de ye û balê dibe ser giringiya bikaranîna rast a rayê: “Li gorî sîstema hilbijartinê ya li Swîsreyê, mirov dikare dengê xwe bide ji yekî bêhtir namzetî û bide namzetên ji partiyên cihê jî. Navê min di lîsteyê de heye, lê hilbijêr dikarin careke din navê kmin binivîsin û ev dibin du deng ji bo min. Heger 50 kes wisa bike, ez ê bi ser bikevim. Ez dixwazim hilbijêrên Kurd 2 dengan bidin min.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.