Divê têkoşînê mezin bikin

Sêşem 6 Tebax 2024 - 00:53

Rewşenbîrên ji Reqayê li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike, banga mezinkirina têkoşîna ronakbîriyê li rewşenbîrên li Sûriyeyê kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Şewax El Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriyan pêşkêş dike û bi saya ramanên wî hêviya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bidestxistina mafên xwe û avakirina rêveberiya xweser bi cih hatin. Şewax El Elî di serî rewşenbîr bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan kedeke mezintir bidin. Şewax Elî Elî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê rê li ber gelên din veke ku ji bo azadî û mafên xwe li dijî desthilatê rabin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Mihemed El Izo jî bal bire ser tecrîd û qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û got:"Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mezin e, li dijî zordestî tê dikoşe û banga azadiya gelan dike. Rêber Abdullah Ocalan mîna Guvara û Nelson Mandela mohreke nayê jibîrkirin li dîroka cîhanê daye."

Mihemed El Izo bang li tevahî rewşenbîrên li Sûriyeyê kir ku xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkevin û li gorî tezên wî kar bikin. Her wiha anî ziman ku xwedîderketina li ramênên Rêber Abdullah Ocalan erka her kes rewşenbîrekî ye.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Reed El Fadil bi bîr xist ku mîsyon û rola rewşenbîran ronîkirina civakan e û got:"Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê tevahî reweşenbîr xebateke mezin bikin, ramanên wî yên azad û nirxandinên wî yên der barê rewşa gelan û siyasetên desthilatdariyê yên li ser gelan belav bikin."

ANHA/ENES MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.