Divê sosyalîst li gel Kurdan bin
În 31 Çile 2025 - 03:10
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî Mûsa Pîroglû, polîtîkaya AKP'ê ya di vê serdemê de, helwesta tevgera çep û sosyalîst a Tirkiyeyê û mêxalefetê nirxand. Pîroglû anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de hin derdorên muxalif qilqilîne. Pîroglû anî ziman ku tê wê wateyê pêvajo baş nayê xwendin û got:"Divê her kes berê pêşî qebûl bike ku pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Şer, ne tenê pirsgirêka kurdan e û daxwaza aştiyê jî tenê ne daxwaza kurdan e. Di demên dawî de hat dîtin, şer êdî tê wateya şerê tevahiya Rojhilata Navîn û divê meseleya çareseriyê di çarçoveya Rojhilata Navîn de bê gengeşekirin. Ev şerê bêeman yê li dijî gelê kurd, bû sedema mirina gelek kesan." Pîroglû da zanîn ku divê tevgera sosyalîst a tirk û muxalefeta demokratîk di mijara aştiyê de xwe wekî kirde bide der û got:"Eger em dewlet û desthilata ku li ser navê dewletê diaxive, yekane muxatabê çareserî û aştiyê bibînin, wê pêvajoyên wekî yên 2015'an bên serê me."
Xizanî girêdayî şer e
Pîroglû anî ziman ku desthilat hewl dide di pêvajoyê de ya xwe ferz bike û ji bo vê jî polîtîkayeke giran disepîne. Pîroglû destnîşan kir ku divê tevgera sosyalîst û hêzên demokratîk ji bo çareserî û aştiyê helwestê nîşan bidin û daxwazê li nava civakê berbelav bikin. Pîroglû di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat bi vî awayî dixwaze civakê bixe rewşeke bêbandor û bindest û got:"Eger di navbera şer û feqîriyê de têkiliyeke raste hebe, eger budçeya leşkerî yek ji sedemên sereke yên xizaniyê be, wê demê divê sosyalîst karibin vî şerî di nava xizaniyê de rave bikin. Pirsgirêkek du alî heye: dema ku behsa şer tê kirin xizanî baş nayê ravekirin, behsa li dijî xizaniyê tevger çêdibe vê carê şer baş nayê ravekirin. Lewma divê em muxatab bin û politikayekê hilberinin. Di vî alî de divê em li diji desthilatê li cem gelê kurd bin û ji civakê re eşkere bikin ku derfetên çareseriyê çi ne û ji bo çîna kedkaran û berjewendiyên gel çi hene." Mûsa Pîroglû da zanîn ku ‘polîtîkaya aştiyê ya di mejiyê desthilatê de ne aştî ye, teslîmiyetê ferz dike’ îşaret bi sosyalîstan kir û got:"Divê em ne li bendê bin ku wê ji devê dewletê çareserî derkeve."
MA/YEŞÎM TUKEL