Şagirta 6 salî ya bi navê Edie yek ji wan şagirtan e ku mamosteyê wê dilê wê hiştibû. Piştî wê ev resm çêkiribû mamoste qet eleqe pê nekiribû di ser re jî jê re gotibû, “Ev ne resmekî xweşik e, te şaş çêkiriye.” Diya Edie, Gemma Leighton li hember vê helwêsta mamoste xemgîn bûbû. Lê wê dixwest ber dilê keça xwe jî bigire û nîşan bide ku wê resmekî xweşik xêz kiriye.
Ji bo vê yekê jî berê xwe da medyaya civakî û li ser twitterê resmê keça xwe parve kir. Li bin wêne jî got; “Keça min Edie ya ku 6 salî ye, resmekî ewqasî xweşik çêkiriye lê hûn li vê ecêbê binihêrin mamosteyê wê gotiye te şaş çêkiriye! Ev huner e û di hunerê de şaşîtî tine ye!” Piştî vê parvekirinê gelek kesan wêneyê keçikê ecibandin û şiroveyên baş kirin. Di wêneyê Edie de riyeke ku di nav daran de ber bi rojê ve diçe heye û xuyaye ew hay ji perspektîfê heye. Di nav şiroveyan de şiroveya herî balkêş ev e; “Heger mamosteyê wê di derbarê hunerê de tiştekî zanibûya dê ferq bikira ku Edie perspektîfê bikaraniye. Kêm kes di 6 saliya xwe de hay ji perspektîfê çêdibin û ev yek serketineke mezin e. Divê mamoste ruhê afirîneriyê ti carî nekujin û hay ji afirîneriya şagirtan hebin.”
NAVENDA NÛÇEYAN