Divê jinên li Siwêdayê xwe biparêzin
Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 02:50
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sûcên li dijî jin li Siwêdayê têne kirin şermezar kirin û da zanîn ku divê jinên li Siwêdayê xwe biparêzin, ji ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûdê wergirin da ku nasnameya xwe biparêzin.
Piştî êrişên çekdarên hikûmeta veguhêz ên li ser Siwêdayê, li ser medyaya dîjîtal hin dîmen û wêne belav bûn ku jinên li Siwêdayê çekan hildigirin û axa xwe diparêzin. Van wêne û dîmenan berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî bîra mirovan.
Der barê girîngiya xweparastinê de, jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, behsa girîngiya rêxistinkirina jinên li Siwêdayê û parastina axa û civaka xwe kirin.
Silava Mihemed Hemo bal kişand ser ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi saya rola pêşeng û bibandor di têkoşîn, rêveberî û rêxistinê de, şoreş veguherî "şoreşa jinan". Silava bang kir ku ev ezmûn li Siwêdayê were pêkanîn û got: "Îro, di bin navên cuda de, jin ji aliyê zihniyeta otorîter a mêr ve li Sûriyeyê bi êrişan rû bi rû dimînin. Ger jin xwe û civakên xwe neparêzin, ew ên werin tunekirin."
Şêniya bi navê Mizgîn Menan Bekir piştgiriya xwe ji bo tevlîbûna jinên Siwêdayê di parastina bajarê xwe de anî ziman û got "Divê jin rola xwe bi bandor pêk bînin. Bêyî tevlîbûna jinan serkeftin nayê bidestxistin. "
Rengîn Mihemed sûcên li dijî jin li Siwêdayê têne kirin şermezar kirin û da zanîn ku divê jinên li Siwêdayê xwe biparêzin, ji ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûdê wergirin da ku nasnameya xwe biparêzin.
ANHA/HELEB/NESRÎN ŞÊXO