Berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê Morgan Ortagus diyar kir ku divê Iraq milîsên ser bi Îranê kontrol bike.
Ortagus bûyera kuştina 8 ciwanan a li navçeya Belend şermezar kir. Ortagus diyar kir ku divê Iraq milîsên ser bi Îranê kontrol bike û got; “Milîsên ser bi Îranê Iraqê ber bi tundrewiya mezhebî dibin. Çalakiyên milîsên ser bi Îranê, li ser ewlehiya Iraqê gef in.”
Wezareta Derve ya Emerîkayê ji partiyên Iraqî daxwaz kir ku di vê demê de ku Iraq di belavbûna koronayê, qeyrana aborî û gefa berdewam a DAIŞ’ê re derbas dibe bi berpirsyarî tevbigerin.
Hêjayî gotinê ye ku di 17’ê Cotmehê de li bajaroka Belend a Selehedînê 12 ciwan hatin revandin û piştre cenazeyên 8 kesan hatin dîtin. Piştre Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku der barê bûyerê de hejmarek sûcdar girtine.

BEXDA