Divê her kes li ber tecrîdê rabe

Sêşem 24 Çile 2023 - 00:46

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li gelek bajaran li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ê ku ev 22 meh in agahiyek jê nehatiye girtin, û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gelek bajaran çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Greva birçîbûnê ya ku di 21'ê Çile de li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Em hevgirtinê mezin bikin, tecrîdê bişikînin" dest pê kir, bi dawî bû.

 

Hedefa ewilî Îmralî ye 

Ji rêveberên ESP’a Edeneyê Emrah Topaloglû ketiye greva birçîbûnê. Wî bal bire ser tecrîda li Îmraliyê û got; "Dewlet dixwaze ku dengê Abdullah Ocalan negihîje civakê. Dixwaze bi vê tecrîdê civakê bêdeng bike. Tecrîd li girtîgehan hemûyan heye. Rêveberiya tecrîdê êdî gihiştiye asta herî jor. Di serî de Îmralî, bûye hedefa yekemîn. Ji bo dengê gel bibirre, bi bêdengkirina rêberê wî, dixwazin vî gelî tecrîd bikin. Heke tecrîd ji holê rabe, wê bibe sedem ku gel bi awayekî demokratîk bifikire. Wê bibe sedem ku gel hîn bêhtir fikrên azad derxîne holê. Şert û mercên Tirkiyeya demokratîk wê pêk bên.” 

 

Tecrîda Îmraliyê, tecrîda gelê Kurd e

Endamê SGDF'ê Tuncay Yildirim Ozen jî di greva birçîbûnê de ye li Edenê. Ew jî diobêje, ji bo bi dawîbûna tecrîd, êşkence, desteserkirina mafan û ji bo dermankirina girtiyên nexweş ketine greva birçîbûnê. Ozen anî ziman ku girtî ji mafê jiyanê bê par in û tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kiriye û niha li girtîgehan hemûyan belav bûye. Ozen anî ziman ku sedema bingehîn a tecrîda li Îmraliyê zextên li ser gelan in û got; "Her ku faşîzm zêde dibe, cihê êrişê ya pêşî girtîgeh in. Cihên ewilî yên ku dewlet û desthilatdarî êriş dikin wan girtîgeh in. Tecrîda ku li ser Îmraliyê tê meşandin tecrîda li ser gelê Kurd e. Hewl tê dayîn gelê Kurd bitepisînin. Dema ku li girtîgehan destketî bi dest bikevin, rê wê li pêşiya tevgera girseyî ya demokratîk were vekirin."

MA/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.