Divê garantiya jinên kedkar hebe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:32

EYLEM AKDAG / MA / DÊRSIM

Dayika 3 zarokan Altûn Kayaoglû ya 62 salî ku li navçeya Pulur ya Dêrsimê dijî, bi salan e bi sewalkariyê debara xwe dike. Kayaoglûyê ku di sala 1994'an de piştî ku gundê wan Kozlûca hat şewitandin û ji bo çêrandina heywanan mêrg û zozan bi dest wan neket, li navenda bajêr di axurekî kavilbûyî de sewalên xwe xwedî dike. Kayaoglû her roj serê sibê dest bi kar dike û diçe axurê hinekî dûrî mala xwe û heywanên xwe xwedî dike. Kayaoglûyê li ser banê xwe pergalek ava kiriye û bi vê pergalê şîrê heywanên xwe vediguherîne nîvişk, penêr, toraq û mast û wan difiroşe û pê debara xwe dike.  

Kayaoglûyê anî ziman ku ji ber bihayê êm û kayê tim zêde dibe wekî berê qezenc nakin û got ku polîtîkayên esas tên girtin sewalvaniyê anîne asta qedandinê. Daxwaza Kayaoglû ew e ku bi taybetî ji bo jinên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, temînat e. Kayaoglûyê anî ziman ku ji ber ku temînateke wan a sewalkariyê tune ye gelekî xemgîn dibe û got:“Ez gelekî eciqîm, ez evqasî xebitîm, qet rojeke min a betlaneyê çênebû. Lê beramberî wê, di dest de tu tişt tune ye. Jinên ku bi sewalkarî û cotkariyê re mijûl dibin jî kedkarên vî welatî ne. Lê temînateke wan tune ye, teqawidbûyîn tune ye. Eger ji bo jinên kedkar jî sîgorte hebe wê pir baş be." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.