Divê ev destpêk be

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:24

  • Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê endamên çeteya DAIŞ’ê tên dadgehkirin.

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê endamên çeteya DAIŞ’ê tên dadgehkirin. Kurd û Êzîdiyên dozê dişopînin, dibêjin, cezakirina her DAIŞ’î dilê wan hinekî rehet dike, û dixwazin ji bo dema dirêj ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan dadgeheke ceza ya navneteweyî bê damezirandin.

Li Dusseldorfê endamên DAIŞ´ê yên ji Tacikistanê Farhodshoh K., Muhammadali G., Azizjon B., Sunatullokh K. û Komron B. li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dusseldorfê tên dadgehkirin. Rûniştina 4’an a dadgehkirinê jî xilas bû. Ev kes bi endametiya DAIŞê tên tohmetbarkirin. Di nav sûcên îdîaname dixe stûyê wan de, binpêkirina qanûna sîlehan, perwerdekirina tundrawan, teşwîqkirina êrişan, fînansekirina rêxistina çete jî hene. Sûcê sûîqestê û têkiliya bi êrişa Nîsana 2017’an a li Stockholmê bû sedema mirin 4 kesan û birîndarbûna gelek kesan jî di îdîanameyê de cihê xwe digirin.

Li malên van kesan gelek malzemeyên bombeyan hatin dîtin û hat tesbîtkirin ku têkiliya wan bi payebilindên çeteya DAIŞê yên li Sûrî û Efxanistanê jî heye. 

Doza li dijî van endamên çeteya DAIŞ’ê 1’ê Sibatê dest pê kir. Saziyên Êzîdiyan û jinên Kurd jî dozê ji nêzîk ve dişopînin. Aktîvîsta Sîvana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) Hezna Xalid jî dozê dişopîne. Ew dibêje, “Gava ez wan dibînim, fermana Şengalê hat bîra min. Xwestine li Elmanyayê komkujiyê bikin. Heger neyên cezakirin, ev ê bibe rûreşiyek ji bo Elmanyayê. Ez dayikeke Êzîdî me, cezakirina Êzîdiyan wê hinekî be jî dilê me rehet bike.”

Çima DAIŞ rehet berdan?

Yek ji kesên dozê dişopîne jî Lîza Koç a 24 salî ye. Ew endama rêveberiya Partiya Çep a li Bielefeldê ye û xwendekara hiqûqê ye. Ew dibêje, “Her kes dizane DAIŞ bi alîkariya malî û propagandayê xurt bû. Bi karên xwe, ew berpirsiyar in ji êşên ku mirov nikare wan terîf bike û komkujiyan.” 

Lîza Koçê bi bîr xist ku endamê DAIŞ’ê Taha El-Jumailly li Frankfurtê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê hatiye cezakirin û wiha peyivî: “Dozên bi vî rengî gelekî girîng in. Hewarên jinên Kurd hîna di guhên me de deng vedidin.” 

Wê cotstandartên dewleta Elman ên li dijî Kurdan jî bi bîr xistin: “Zexta ku li dijî gelê Kurd [li Elmanyayê] tê kirin, ji sedî 10ê wê jî li DAIŞ’ê nakin, ev skandaleke mezin e ya ku raya giştî ya cihanê xwe lê kerr û kor dike. Li Ewrûpayê xebatên ji bo depolîtîzekirina ciwanên Kurd ev qasî zêde ne, çawa rêxistina terorê DAIŞ’ê karî xwe ewqasî bi hêsanî birêxistin bike?”

Lîza Koç herî dawî xwest DAIŞ´î li dadgeheke ceza ya navneteweyî bên dadgehkirin:  “Jinên Kurd ên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan li benda bersivekê ne. Em ji bîr nekin, hîna qederê 3 hezar jinên Êzîdî yên DAIŞ’ê revandî, wenda ne, em li bendê ne ku raya giştî ya cîhanê bersivekê bide van sûcan.

Divê em pêvajoyê bişopînin û daxwazên xwe bidin bihîstin. Dagehkirina failên li Elmanyayê divê bibe destpêkek. Di dema dirêj de pêdivî bi wê yekê heye ku ji bo dadgehkirina sûcên DAIŞ’ê dadgeheke ceza ya navneteweyî bê damezrandin.”

Rûniştina dozê îro jî heye û piştre jî wê 21 û 22’yê Kanûnê jî dewam bike.

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.