Divê em serpêhatiyan ji nû ve binivîsin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 27 Îlon 2023 - 16:21

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Partiya Çep (Die Linke), li parlamena Hamburgê bi navê 'Sexismus Tötet (Cinsiyetperestî dikuje) panelek li dar xist. Di axaftinan de îşaret bi giringiya têkoşîna hevpar hat kirin.

Hevberdevka Koma Die Linke di parlamenê de Cansu Ozdemir, bi bîr xist ku li Elmanyayê her sê rojan jinek tê qetilkirin û wê ji bo meseleyê gelek caran pêşnûmapirs daye parlamena Hamburgê. Wê got, wan ev konferans organîze kiriye da ku minaqeşe bikin, ka weke jin ew çawa dikarin xwe birêxistin bikin, çawa bên cem hev.

Siyasetzan Profesor, Monica Schröttle jî got, li Ewrûpayê tedbîrên ji bo parastina jinên rastî şidetê tên, divê bên zêdekirin: “Şidet zêde ye, siyasetvan kêm in. Ji her 4 yan jî 5 jinan yek di jiyana xwe de illehî carekê tesîr lê dibe ji ber şideta nava malê.”

 

Êriş li dijî destketiyên jinan in

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê, Hêlîn Dirik jî got, xwe li serpêhatiyên jinan û çînên civakî yên bindest kerr û kor dikin û wiha dewam kir: “Divê em van serpêhatiyan hemûyan bidîtina xwe ji nû ve binivîsin.”
Wê got, armanca êrişên li çar hêlên Kurdistanê ew e ku destketiyên bi têkoşîna rizgariya jinê hatine bi dest xistin, bên tinekirin û di dewamê de got, “Ev êriş her wiha li dijî felsefeya Jin jiyan azadî ne jî ku her roja dibihure xurttir tê ziman.”

 

Pêşangeha Jin jiyan azadî

Di panelê de Asli Filiz jî bi sernavê ‘Jin jiyan azadî’ pêşangeheke ji deh berhemên xwe nîşan da. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.