Divê em nifşek rewşenbîr ava bikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tebax 2024 - 00:13

Gelê Kurd di warê çand, wêje û hunerê de yek ji dewlemendtirîn neteweyên Rojhilata Navîn e. Lê dagirkerên Kurdistanê jî weke hemû qadên din weke pîşeya xwe ya kevnar hertim hewl didin ku çandên dewlemend ên gelê Kurd tsne bikin û ji holê rakin. Bi vê ve girêdayî jî raste rast di şexsê civak û çanda civakê de jin têne hedef girtin.

Nivîskar û helbestvana jin a Silêmaniyê Gulzar Ferec di derbarê giringî û parastina çand û hunera Kurdî de, her wiha rol û misyona jinê di vê yekê de axivî. Nivîskar Gulzar Ferec bi xwe wiha dibêje: “Ez xwe wek zimanê jinan dibînim û di nivîsên xwe de êş û azarên jinan dinivîsim. Jin bi nivîsandin û xwendinê dikare bigihîje azadiyê û daxwaza mafên xwe bike.”

Mirov bi êşên xwe hene

Gulzar Ferec di destpêka axaftina xwe de qala nivîsên ku ji bo jinan nivîsandine kir û wiha got: “Jin di civakê de mirovên jîr û mezin in, hezkirina wan a kûr ji jiyan, hezkirin, zarokan û welat re heye. Jin bi xwendina xwe ya dîrokê dikare bigihîje azadiyê, daxwaza mafên xwe bike û têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo vê yekê jin jiyan e, jiyanê nekujin. Ez di nivîsên xwe de her tim behsa êş û azarên jinan dikim û xwe wek axaftvanek zimanê jinan dihesibînim. Ez di wê baweriyê de me ku mirov bi êşên ku dikêşin, hene û bi hêz dibin.”

Em reseniya xwe biparêzin

Nivîskar Gulzar Feracî behsa parastina ziman û reseniya Kurdî kir û got: “Em dikarin bi nîşandana reseniya xwe di hemû kar û çalakiyên xwe de girîngiyê bidin parastina ziman û reseniya xwe. Her wiha bi bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdekirina zarokan de, nifşek rewşenbîr ava bikin. Divê em hemû hewl bidin ku hîn zêdetir giringiyê bidin zimanê dayîkê û peyvên Kurdî, hîn zêdetir em bikarin di kiryar û çalakiyên me yên jiyana rojane de bikarbînin. Piştî peymana Lozanê Kurd parçe parçe kirin û di nav çar dewletan de hatin dabeşkirin. Gelê Kurd dikare ku hîn zêdetir parastina ziman û reseniya Kurdî bike. Bi parastina ziman, reseniya nasnameyê û bikaranîna peyvên kurdî, em dikarin hebûna xwe ji nû ve îspat bikin û nehêlin dagirker wê tine bikin.”

Zarokan fêrî hezkirina welat bikin

Nivîskar û helbestvan Gulzar Ferec wiha domand: “Axa me erdeke ku kulîlkên jin lê şîn nabin, çanda me bi pirrengî û pirdengiyê bawer nake. Em hîn jî dibînin ku kursiya desthilatdariyê ji bo mêrane, ev jî berhema zihniyeta zilamsalare ku di her quncikek jiyana me de cih girtiye. Divê em jin bi perwerdekirina xwe û ji holê rakirina cudahiyên çînî û zayendî mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Jin bi hev re dikarin zarokan û nifşên pêşerojê hîn bikin, çawa ku weke berê perwerdehiya bi Kurdî ya hezkirina welat bi hebûna me ve hatiye girêdan. Bi vî awayî divê zarokên me fêrî hezkirina welatê xwe bibin û nasnameya xwe winda nekin. Dema serdana her welatekê kir jî welatparêziya xwe îfade bikin û belav bikin.”

Gulzar Ferec, nivîskar û helbestvana Kurd a Silêmaniyê, di sala 1973’yan de li navçeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi nivîs û helbestê re eleqedar bûye. Nivîsên wî bi piranî surrealin ku di sala 2015’an de yekem xebata xwe ya pexşanî weşandiye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.