Divê Elmanya zextê bike

Nûçeyên Dîaspora

În 22 Çile 2021 - 01:46

Parlamenta Elman Ûlla Jelpke, ji bo kesên ku rola wan di kuştina sê şoreşgerên Kurd de heye bên eşkerekirin, ji dewleta Elman xwest ku zextê bike. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî hevkarê kujer Guney, Rûhî Semen ku pêwendiya xwe bi DÎTÎB'ê re eşkere bû, bi pêşniyazpirsekê xist rojeva Meclîsa Federal.

9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Kujer Omer Guney ku bi hewldana Kurdan hate girtin, di 17'ê Kanûna 2016'an de li girtîgeha li Fransayê bi rengekî gumanbar mir. Rola hevkarê wî Rûhî Semen ku li Elmanyayê ye, hîn baş nehatiye eşkerekirin.

ANF'ê beriya çend rojan tespît kiribû ku Semen ê li Elmanyayê vegeriya, karên xwe yên li nava DÎTÎB'ê ya ku mîna şaxê MÎT'ê dixebite, ji cihê mayî dewam dike. Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ku beriya niha têkildarî Omer Guney gelek pêşnûmepirs pêşkêşî hikumetê kir û mijarê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku ew matmayî nemaye ku Semen karên xwe yên li nava DÎTÎB'ê dewam dike.

Jelpke li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir, saziya Diyanetê ya dewleta Tirk a li Elmanyayê DÎTÎB bi salan e jixwe weke yek ji navendên MÎT'ê dixebite. Jelpke anî ziman ku ji sala 2013'an dema pêkhatina Komkujiya Parîsê û vir ve saziyên dewletê yên Elman/Fransayê bêdeng in, rastî jî bi hewldana çapemeniya Kurd eşkere dibin û lêpirsîn jî bi vî rengî dimeşe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.