Dîsa xist stûyê Îsraîlê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 13 Nîsan 2021 - 05:21

  • Li Îranê pêr teqînek çêbû, rayedarên Îranê berpirsiyariya êrişê xist stûyê Îsraîlê.

Di kargeha dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê a li Îranê de, pêr teqînek çêbûbû. Medyaya Îranê û rayedarên wê îdîa dikin ku sedema teqînê êrişek e.

Derbarê mijarê de Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, Alî Ekber Salehî daxuyaniyek da. Wî got, “Îran, vê çalakiya bêkêr şermezar dike û destnîşan dike ku pêwîstî pê heye, civaka navneteweyî û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li ber vê terorîzma li dijî nukleerê rabe.”

Di daxuyaniyê de komek yan jî dewletek nehate sûcdarkirin û li ser rewşa tesîsa ku bû hedef jî ti agahî nehate dayin.Lê rayedarên Îranê piştre berpirsiyariya êrişê xist stûyê Îsraîlê.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li fabrîkeya dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê elektrîk hatiye birrîn.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.