• Li Parlamena Ewrûpayê ya Brukselê li ser rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê doh hat axaftin.

Li Parlamena Ewrûpayê ya Brukselê di serî de hilbijartiyên HDP’ê yên rehîn li ser rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê doh (pêncşemê) hat axaftin.

Civîna li ser mijarê bi sernavê “Li Tirkiyê di serî de Selahattîn Demirtaş û rewşa mafê mirovan ên girtiyên din ên ramanê” bi rê ve çû. Di civînê de ji hemû komên siyasî û nûneran û Komîsera Wekheviyê ya Ewrûpayê Hela Dalli axivîn.

Piştî rûniştinê, ‘’Li Tirkiyê di serî de ya Selahattîn Demirtaş û doza girtiyên din ên ramanê, têkilî mafê mirovan’’ pêşnûmeya biryarê ya Parlamena Ewrûpayê kete dengdanê. Tê de hat xwestin ku Demirtaş û girtiyên din werin berdan, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME), mafên sereke û hiqûa navneteweyî bi cih bên anîn û dawî li zextan were.
Di axaftinên beriya dengdanê de hat gotin, êdî ne dema gotinê lê dema çalakiyê ye. Pirraniya qisekeran xwest ku biryar were girtin ku ceza li ser Tirkiyê bên ferzkirin.

Heta AKP’ê bê sekinandin

Miguel Urban Crespo yê ji koma çepgir a bi navê GUE/NGL’ê pêşî axivî. Wî got, li gel biryara DMME’yê Demirtaş hê jî girtî ye û wiha dewam kir: ‘’Wiha xuya dike, heta ku AKP neyê sekinandin, wê girtin bidomin.’’

Crespo got, ‘’Hewceyî bi helwêsteke tund heye (...) Divê mirov ferz bike ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.’‘

Elmanyayê li ber Tirkiyê çongên Ewrûpayê dan erdê

Ji Koma Nasname û Demokrasiyê Tihery Marini jî li dijî têkiliyên Elmanya û Tirkiyê helwêst nîşan da û got, ‘’Tirkiye ji bo Ewrûpayê hemûyî tehlûke ye. YE ya bi pêşengiya Elmanyayê li ber Tirkiyê em kirin rewşa teslîmbûnê.’’

Ji Koma Keskan Sergey Lagodinsky jî got, ‘’Ji bo lehengên demokrasiyê, em kêm tiştan dikin.’’

Ji Koma Renew Europe, Hilde Vautmans jî bersiv da gotinên Erdoganî û got, ‘’Heke hûn dixwazin bi Ewrûpayê re deriyekî nû vekin hûn dizanin bê ka hûn divê çi bikin’’. Wî wisa îşaret bi binpêkirina mafê mirovan, û maf û azadiyên sereke kir.

Hewceyî bi kirinan heye

Ji Koma Tifaqa Pêşverû ya Demokratên Sosyalîst, Nacoh Sanchez Amor jî xwest Demirtaş were berdan.

Ji Koma Partiya Gel a Demokrat a Xiristiyan, Peter van Dalen jî got, ‘’Êdî gotin têrê nake, hewcehî bi kirinan heye (...) Li dijî rejîmê divê biryarên tund ên cezakirinê werin dayîn.’’
Nûnerê koma Partiya Gel, Tamislav Sokol jî xwest ku Tirkiye biryara DMME’yê elaqedarî Demirtaş bi cih bîne.

Ji Koma Tifaqa Pêşverû ya Demokratên Sosyalîst ku nûneriya 145 parlamenteran dike, Kati Piri jî bi bîr xist ku Demirtaş ev bêhtirî 4 salan e gritî ye û got, ‘’Sûcê wî ew e ku bû dengê kesên ku dengê wan nayê bihîstin.’’ Piri ji paytextên Ewrûpî hemûyan xwest dengê xwe li dijî Tirkiyê bilind bikin. Koma ku xwest ev pêşnûme bikeve dengdanê jî ev kom e.

Heta kengî Ewrûpa wê dijminê xwe fînanse bike!

Ji Koma Renew Europe, Ramona Strugariu jî got, bi şertê rêzê ji mafê mirovan re bigire, ew dikarin bi Tirkiyê re diyalogê deynin.

Ji Koma Nasneme û Demokrasiyê Susanna Ceccardi jî bal bire ser alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyê û got, ‘’Welatên Rojava heta kengî wê dijminê xwe fînanse bikin’’. 

PKK’ê ji lîsteyê derxin

Ji Koma Keskan/ Tifaqa Azad a Ewrûpayê, François Alfonsi jî xwest, PKK ji nav lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.

Ji koma Muhafezekar û Reformîstan a Ewrûpayê, Angel Dzhambazki jî got, “Divê em dev ji gotinê berdin, gavan bavêjin. Û biryarên cezakirina Tirkiyê bistînin.’’
Komîsera Wekheviyê Helana Dalli jî got, ‘’YE’yê gelek caran fikarên xwe gotin (...) Me gelek tişt xwestin. DMME’yê jî bi biryara xwe ev fikar piştrast kirin’’. Wê got, Demîrtaş hê jî girtî ye û ev biryara DMME’yê binpê dike. 

BRUKSEL