- Şanoger Mîrza Metin: Şanoya Kurdî şanoyeke azadiyê ye. Ji ber wê êrişê wê dikin.
MIHEME PORGEBOL
Sendîkaya Aktorîst û Aktorên Şanoyê bi navê “Ji berê heta îro di şanoya Kurdî de sansur û otosansur” çalakiyeke online a li ser înternetê organîze kir. Ev rûniştina li ser şanoya Kurdî bi moderatoriya Sînem Derya Çetinkaya bi rê ve çû. Hunermendên Kurd ên şanoyê Mîrza Metin, Berfîn Emektar, Rûgeş Kirici ve Berfîn Zenderlîoglu jî beşdarî çalakiyê bûn.
Nivîskarê metnên şanoyê û aktor Mîrza Metin behsa dîroka sansura li dijî Kurdan kir û got, “Dîroka sansurê di heman demê de dîroka berxwedanê ye jî.” Mîrza Metin got, ev sansur piştî tenzîmatê (1836) bi siyasetên Osmaniyan daye der û êdî hatiye pêkanîn. Bi ya wî Osmaniyan ne li derve, lê li nava Împaretoriyê sansur kiriye. Mîrza Metin wekî din bi bîr xist ku teorîsyen û lêkolînerên şanoya Tirk, jixwe di berhemên xwe de şanoya Kurdî hîç nabînin. Mîrza Metin dibêje, tevî vê jî şanoya Kurdî dewam kiriye. Li ser mijarê wî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Şanoya Kurdî şanoyeke azadiyê ye. Ji ber wê êrişê wê dikin.”
Replîkên bi pistepist
Aktrîsta Teatra Jiyana Nû, Rûgeş Kirici jî behsa ezmûnên şanoya Kurdî ya salên 90’î kir û got, “Em kengî behsa hunerê Kurdan bikin, em neçar in behsa sansurê bikin.” Rûgeş Kiriciyê got, esas, bi sansurê nasnameya Kurdî tine hatiye hesibandin. Wê her wiha, beriya nîşandanê bi 4 saetan qedexekirina lîstika xwe ya bi navê Bêrû jî kir. Lîstik wê li Şanoya Bajêr a Şaredariya Gazîosmanpaşa bihata nîşandan. Wê got, “Me di nîvê Rewşa Awarte de promiyerê xwe kirin. Lê niha rabûn, em qedexe kirin.” Wê got sedema zextan kurdîbûna şanoya wan e û wiha dewam kir: “Gelo gava replîk bi Kurdî ne, bi tehlûketir in? Hîna jî bi kûçikan dikevin kulîsên me. Bêyî ku bi naveroka lîstikê zanibin, ew vê dikin. Ew xwedî li berxwedana li dijî qedexeyan jî dernakevin. Gava berhemekê sansur dikin, lê dinihêrin ka îcraker kî ne, îdeolojiya hunermend çi ye.”
Me ji jêrzemînan dest pê kir
Ji rêveberên Şanoya Bajêr a Amedê û derhêner Berfin Emektar jî berê xwe da helwêsta dewleta Tirk a beramberî çand û hunerê Kurdan. Berfîn Emektarê bi bîr xist ku Şanoya Bajêr a Amedê heta niha gelek caran hatiye girtin û wiha peyivî: “Ne tenê şano, hema hema tevahiya saziyên çand û huner ên ser bi şaredariyê hemû hatin girtin. Akademî, konservatuwar, navendên çandê hemû hatin girtin.
Piştî ku karê me bi dawî kirin bi 11 rojan, me Şanoya Bajêr a Amedê bi awayekî serbixwe vekir. Me li jêrzemînan dest pê kiribû, em dîsa li jêrzemînan vegeriyan. Ev ji bo me ne xem bû. Ev ji bo me awayekî berxwedanê ye. Ew nabînin ku berxwedana me wê dewam bike.
Gava ku em bi nasnameyeke sazmanî diçin lîstikekê, ji ber ku em karê xwe bi Kurdî dikin, bi kûçikan dikevin kulîsên me û sehî dikin. Erê sansur ne tenê li dijî Kurdan heye. Lê tenê ya li dijî Kurdan bêsînor e. Em nikarin ji bo pêşkêşkirina lîstikan holekê jî peyda bikin. Şaredarî holan nadin me. Li vî welatî ne tenê di warê huner de, li her warî Kurdî qedexe ye. Ma, heger Kurdî ne qedexe ye, çima ev 4 sal in, ji dema qeyûm ve li Amedê yek çalakiya bi Kurdî me nedîtiye.
Adeteke me ya Kurdan a berxwedanê heye. Ev berxwedan divê veguhere piştgiriyê. Vê dawiyê divê em girîngiya berxwedanê beramberê vê xirabiya mezin fêm bikin.”
Mekanê min ê berxwedanê şano ye
Derhêner Berfîn Zenderlîoglu jî got, “Ji roja min dest bi şanoyê kirî û vir ve, em her behsa sanurê dikin. Ne tenê dewlet, kom û sehneyên serbixwe jî sansurê li me dikin. Gava mesele şanoya Kurdî be, şanoger jî xwe li kerr û korbûnê datînin.
Şert e ku statuya Kurdî bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Em naxwazin bi qedexeya bibin rojev. Rika me û baweriya me heye. Vê rikê û vê baweriyê jî zimanê me dide me. Em karê xwe her bi vî zimanî bikin. Heger em mil nedin hev, em ê bihelin û nemînin. Em ê li ber xwe bidin. Mekanê min ê berxwedanê şano ye.”