Dîroka Kurdan desteser dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Nîsan 2023 - 02:14

Li Kurdistanê bi salan e li ser gelê kurd polîtîkayên tinehesibandinê tên meşandin. Kurdên ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha dîrok û nasnameya wan tê înkarkirin, rû bi rûyê her cureyê pişaftinê dibin. Niha jî bi destên qeyûman, polîtîkayên pişaftinê bi şêwazeke din tên meşandin. Bi qeyûman re êrişên li ser ziman û çanda Kurdî her diçe zêde dibin û bajar bi hişmendiya yek ziman, yek netewe û yek ala tên birêvebirin. 

Li Cizîrê ku jiyana wê mişt bi Kurdî ye, berhemên dîrokî tenê bi zimanê tirkî û îngilîzî hatine nasandin û kurdî ji nedîtî ve hatiye dîtin. Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîcî têkildarî mijarê de axivî. 

Fatma Gîzleyîciyê diyar kir ku qeyûm li herêmê polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman, dîrok û çandê piralî dimeşîne û got;"Beriya qeyûman li vir sazî û komeleyên zimanê Kurdî hatibûn avakirin. Di sala 2014'an de Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn hat avakirin. Wê demê perwerdehiyên ziman dihatin dayin. Li her taxê qursên Kurdî dihatin dayin û armanc ew bû ku gel bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Di medreseyan de jî her hefteyê carekî perwerdehiyên zimanê Kurdî dihatin dayin. Di dibistanên tirkî de jî ev perwerdehiyên bi zimanê dayikê dihatin dayin. Lê belê piştî Rêveberiya Xweser hat ragihandin ev dibistan hatin girtin û qedexeya li ser zimanê Kurdî dest pê kir. Nehiştin ku em dibistanên kurdî vekin. Navenda Çand û Hûnera Mem û Zînê hat girtin. Pêwîst bû ku li her deverî perwerdehiya bi zimanê Kurdî hebûya. Lê belê wan ev bi carekê re qedexe kirin. Armanc jî jiholêrakirina zimanê Kurdî bû. Divê em vê hişmendiyê bizanibîn, teşhîr bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev der Kurdistan e, dîroka me ye, çanda me ye û nasnameya me ye. Lê mixabin perwerdehiya bi zimanê Kurdî lê nayê dayîn. Berhemên kurdî weke yên xwe nîşan didin" 

 

Zimanê Mem û Zînê nexuya dikin 

Gîzleyîciyê bal bire ser lewheyên dîrokî û got ku ji xeynî Kurdî, li ser berhemên bi Kurdî bi her zimanî hatiye nivîsandin û wiha dewam kir: “Cizîr bi dîroka xwe tê nasîn. Weke Medreseya Sor, Birca Belek, destana Mem û Zîn nasnameyên Cizîra Botanê ne. Lê belê li ser lewheyan Tirkî heye, Ingilîzî heye lê Kurdî tine ye. Pênasekirina wan jî bi Tirkî û Ingilîzî ye. Li vir kesek bi îngîlîzî naaxive, kesek bi tirkî jî naaxive. Em ne li hemberî ti zimanî ne, lê belê divê herî zêde li vê derê Kurdî esas bê girtin. Çimkî her kes bi Kurdî diaxive. Bi pênasekirina van cihên me yên dîrokî ya bi zimanê Tirkî û Ingilîzî dixwazin van deran ji dîroka kurdbûnê derxînin. Mem û Zîn destaneke Kurdî ye û nivîskarê wê jî Ehmedê Xanî ye, lê belê dema ku mirov îro diçe ser tirbeya Mem û Zînê li ser deriyê wê bi Tirkî û Ingilîzî nivîsandine. Ji ber wê divê em van tiştan qebûl nekin. Ji ber wê divê em ewilî xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nîşan bidin." 

Gizleyiciyê da zanîn ku ew komeleya ziman, ew li dijî van polîtîkayên qeyûman xebatên xwe mezin dikin û got;"Ji roja ku me komele vekiriye heta niha eleqeyeke mezin heye. Me perwerdehiyên xwe dane destpêkirin. Aliyê çand û ziman ve perwerdehiyên me hene. Li dijî her cureyên pişaftina ziman û çandê em ê têbikoşin û xebatên xwe mezin bikin." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.