Dîplomat heqaret li siyasetvanê kir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 16 Sibat 2021 - 01:36

Dîplomatê Tirk Umut Acar di ser hesabê xwe yê twitterê heqaret li siyasetvana şaredariya Osloyê, Eivor Evenrudê kirin. Eivor Evenrudê li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsîbû ku sefîrê dewleta Tirk ê Osloyê, ji tevahiya Meclîsa Şaredariyê re name nivîsandiye ji bo sansurkirina berhema Gelawêj Weledxanî. Gelawêj Weledxanî wêneyên şervanên YPJ´ê yê 6 metroyan fireh û 2 metro û nîvan dirêj çêkiribû. Li serê jî gotinên Ocalan ên "Civakek bêyî azadiya jinê, ti carî azad nabe" bi Ingilîzî nivîsandibû. Ev resm jî li derve bi dîwarekî beramberî parlamena Norwêcê daliqandiye.

Wê di tweeta xwe a 12´ê Sibatê de ji her kesî xwestibû vî wêneyî [li ser hesabê xwe ew wêne jî parve dike] parve bike, da ku her kes berhemê bibîne. Heta niha 1781 kesan retweet kiriye, 124 kesan jî retweeta bi şirove kiriye. Axir dîplomatê Tirk û konsolosê giştî yê Tirk li Chicagoyê Umut Acar li bin tweeta wê heqaretên xwe kirine rêz. Di dawiyê de jî wî got, "xwezî tu, Ocalan û alîgirên PKK´ê li dojehê bişewitin."

Siyasetvana Norwêcî bi tinazan bersiva wî da: "Tu ji xwe re dibêjî dîplomatê Tirk. Ez pê şa me ku tu bi vî awayê nazik nîşan didî ka tu çi qasî dîplomatîk î. Ji dojehê ji silav û kulav. (Erê, li vir cihekî bi navê dojehê heye)".

Beriya çendekê jî derketibû holê ku nijadperestên Tirk li siyasetvana şaredariya Osloyê Eivor Evenrud gefê dixwin û dibêjin, ew ê wê bikujin. Lê heta niha ev siyasetvaba Norwêcî ji ya xwe nehatiye xwar. Ew her azadiya xweîfadekirinê û huner diparêze. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.