Dilê wan bi Rojhilat re bû

Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:18

  • Kurdên li Skandînavyayê û dostên wan Festîvala Çand û Hunerê Kurdî li Skandînavyayê ya 25´an bi coşeke mezin pîroz kir.

Kurdên li Skandînavyayê û dostên wan Festîvala Çand û Hunerê Kurdî li Skandînavyayê ya 25´an bi coşeke mezin pîroz kir. Di festîvalê de bal birin ser berxwedana gerîlayan û diyar kirin ku ew ê her tim piştgiriya Kurdan bikin. Kurd û dostên wan ji Danîmarka, Norwêc û ji bajarên cuda yên Swêdê, li salona Solnahallen ya li paytexta Swêdê Stockholmê tevlî festîvalê bûn. 

Ji Hevseroka NCDK-Skandînavya Nadya Salih destpêkê got, "Em festîvala xwe diyarî serok Apo, gerîlayên berxwedêr û gelê şoreşger dikin.”

Piştre Hevserokê NCDK- Skandînavya Hemîd Amed got, “Ev çend meh in gerîlla li hember dijminê hov û zordest li ber xwe dide û têdikoşe. Em heta azadiyê bi dest bixin, em ê her roj li qadan bin.”

Parlementerên Partiya Çep a Swêdê Daniyel Riyazat û Lorena Delgado jî ji bo dengê Kurdan li ser navê partiya xwe malavahiya Kurdan kir. Wan got, ew ê her tim piştgîriya xwe ya ji bo Kurdan bidomînin û helwesta wan a li dijî kujer faşîst Erdogan û dijberiya wan a beramberî rejîma Îranê bidome.”

Li ser navê jinên KNK’ê, Emîne Rad jî got, “Em ji vir bi taybetî ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin, em piştgîriya we dikin û dilê me li gel we ye. Rejîma xwînxwar a Îranê jinan qetil dike, em bang li tevahiya gelê xwe û rêxistinên jinên Kurd dikin dikin, pêwîst e bi helwêsteke xurt nîşanî vê êrişa Îranê re were dayîn.”

Di festîvalê de hunermend Azad Farqîn, Armanc, Dilşad Hewlêrî, hunermendên Tev-Çanda Swêdê Zozan Zûdem, Xoşnav Efrînî, Tara Resûl û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

ANF/STOKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.