Dijmin li Amedê 66 kes kirin nezaretê

În 15 Nîsan 2022 - 22:09

  • Dewleta Tirk a ku xwe li ezameta Nezroza îsal negirt, li dijî Kurdan qirkirina siyasî li Amedê da destpêkirin û 66 kes kirin nezaret.

Li Amedê dewleta Tirk a dagirker di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 66 kes kirin nezaretê. Di nava wan de rojnamevan jî hene. 

Di çarçoveya lêpirsîneke serdozgeriya dagirker li Amedê de serê sibehê (15´ê Nîsana 2022´ayn) qirkirina siyasî hate kirin.

Polêsên Tirk bi hemwextî avêtin ser gelek malan û gelek kes kirin nezaretê. Di nava van kesan de rojnamevan jî hene. 

Li gorî agahiyan, lêpirsînê bi hinceta Newrozê hatiye kirin, ji bo 105 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Ji van 105 kesan, hêzên dagirkeriya dewleta Tirk karîn 66 kesan bixin nezaretê.

Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê, Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî di nava kesên girtî de ne. Ev kes li kmidûriyeta polêsên dagirker ên li Amedê tên ragirtin.

Ji 66 kesên di nezaretê de navê 57 kesên hat zanîn û ew nav jî li jêr in:

"Abdûlvasih Çelik, Arzû Orûç, Bahar Avci, Bunyamin Yilmaz, Cihat Turkekûl, Davût Kûrt, Delal Aslan, Deniz Aksin, Dilara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Farûk Azarkan , Ferhat Diri, Haliya Çelikkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelik, Huseyin Çapli, Îbrahim Polat, Înanç Mûtlû, Kadri Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kûdret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Ali Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekinci, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mir Ali Koçer, Mehmet Fûrkan Çankara, Mûrat Çetin, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşide Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekin, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezici, Rozalin Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevim Kahramaner, Suleyman Can, Şahin Guzel, Şivan Ayazgul, Yakûp Serhat, Yildiz Okta,Ulaş Yarar, Yilmaz Yavûz, Yûnûs Yûnca."

Hêzên dewleta Tirk 12'ê Nîsanê jî di bin navê "Lêpirsîna Kobanê" de li 13 bajaran avêtibûn ser mal û avahiyên HDP'iyan û bi dehan kes kiribûn nezaretê. Avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê jî ji aliyê polîsan ve hatibû wêrankirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.