Nûnerên sendîkayan ku ji bo mitînga ku wê li Qada Kartalê li dijî qeyûm bê lidarxistin bang kirin û got: "Em ji bo azadiya xwe û keda xwe hemû kedkaran vedixwînin mitînga li Kartalê."
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê di 29'ê Hezîranê de li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma "Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm" mitîngeke mezin li dar bixin. Bangên ji bo tevlibûnê didomin.
Berpirsê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Înşaat Îşê Denîz Gîder hewldana xespkirina vînê ya li Wanê bibîr xist û got: "Îro heman tiştî li Colemêrgê dikin. Em ê li ber van êrişan xwe li bêdengiyê daneynin û heya dawiyê bitêkoşin. Gîder bilêv kir ku li dijî bêhiqûqîtiyan tekane çare têkoşîna hevpar e û bang li hemû kedkar û karkeran kir ku beşdarî mîtîngê bibin.
Banga tevlêbûna li mîtîngê
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Otomotîv û Metalê (TOMÎS) Dilbirîn Acar anî ziman ku karker û kedkarên li Tirkiyeyê bi xizaniyê re rû bi rûne û karkerên îtiraz dikin jî ji aliyê desthilatê ve tên tepisandin. Acar bilêv kir ku gelê kurd jî bi heman rewşê re rû bi rû ye û got: "Îro mafê hilbijartinê yê gelê Kurd tê xespkirin." û banga tevlêbûna li mîtîngê kir.
Serokê Giştî yê LÎMTER-ÎŞ'ê Kanber Saygili jî destnîşan kir ku ew tayinkirina qeyûm qebûl nakin.
Têkoşîna hevpar hewce ye
Seroka Şaxa Hejmara 1 a Aliyê Anatolyayê ya Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) Nazan Cevher Çam Ayê diyar kir ku ew qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin nas nakin û got ku li dijî qeyûman pêşxistina xeteke têkoşîna hevpar divê.
MA/STENBOL