Dijî êrîşan xweparastin lazim e

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 01:55

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Hevberdevkê Marmarayê yê DBP'ê Mevlut Aykoç êrîşa li ser Kurdan, ziman û çanda Kurdan bi bîr xistin, diyar kirin divê dawî li vê polîtîkaya înkarê were û bang kirin ku li dijî êrîşan rêxistiniya xweparastinê were avakirin.

Dewleta Tirk li Kurdistanê û Tirkiyê dijî Kurdan û ziman û çanda Kurdan stratejiya salên 90’î sazkar kiriye. Axaftin û nivîsa bi Kurdî, govenda Kurdî krîmînalîze dike, ji bo ku bi Kurdî axiftine dide kuştine, dide girtin û ji bo ku govend gerandine miemeleya ‘terorîst’an bi wan dike û wan davêje zindanan. 

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Marmarayê Mevlût Aykoç dijî vê êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdan û nirxên Kurdî helwest nîşa ndan û gotin divê Kurd dijî êrîşan rêxistiya xweparastinê ava bikin. 

Divê dev ji vê siyasetê biqerin 

Kalmaz destnîşan kir ku ev êriş encama polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku li kolanan daye destpêkirin û bi tevahî li ser dijminatiya Kurdan tê meşandin û got: "Polîtîkaya AKP'ê polîtîkaya ku bi tevahî gelê Kurd û partiya me dike hedef bi xwe ye. Divê desthilat demildest dest ji van polîtîkayên li dijî ziman, çand û govenda Kurdî berde.’’

 Ev 100 sal in didomînin

Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlût Aykoç jî diyar kir ku Tirkiye li ser esasê înkarkirina nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî hatiye avakirin û ev înkar sed sal in bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî tên meşandin.’’

Bi înkarê dixwaze xwe bidomînin

Aykoç bi bîr xist ku Kurdî di protokola Meclisê de wekî "Zimanê nenas" an jî "X" hatiye qeydkirin û tekane rojnameya rojane Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin û got: "Di qonaxa dawî de me dît ku mirovên govendê li ber stranên Kurdî digerînin tên girtin. Dewlet dixwaze bi înkarkirina Kurdan hebûna xwe bidomîne."  

Hewceyî bi xweparastinê heye

Aykoç bal kişand ser pêwendiya êrişên li dijî Kurdan û polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got ku heta ev polîtîka neyê rakirin wê înkar û êriş bidomin. 

Aykoç destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber van êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye. 

 MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.