Gelek saziyên li Fransayê maseyên krîzê ava kirine. Li aliyê din xebatkarên Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li kolan û stasyonên metroyê yên herî qelebalix ên Parîsê geriyan û ji bo Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî berhev kirin.
Li bajarê Lorientê jî saziyên Kurd, Navenda Çanda Elewî û saziyên bajêr ên Fransî civiyan û ji bo berhevkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê kampanya dan destpêkirin. Dermanxaneyên bajêr jî di civînê de da zanîn ku ew ê dermanan ji mexdûran re bişînin.
PARÎS