XALID ETÊ/ANHA/QAMIŞLO
Zarokên "Dibistana Şanoyê" ya li Qamişloyê xewnên xwe, peyama xwe ya hunerî û civakî bi hunera xwe hildigirin. Rêveberê dibistanê diyar kir ku ev dibistan gaveke mezin ber bi avakirina nifşekî şanogerî ve ye.
Zarok ji aliyê pisporên şanoyê ve, li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê tên perwerdekirin.
Têkildarî dibistanê û armancên wê nivîskar û derhênerê şanoyê û çavdêrê perwerdeyan Ebdulcabir Hebîb rewşa dibistanê û perwerdeya ku didin nirxand.
Hebîb anî ziman ku vekirina dibistaneke akademîk di warê şanoyê de ji bo zarokên herêmê, ji bo xwedîderketina li zarokan, vedîtina behreyên wan, pêşxistina wan û afirandina nifşekî ku ji şanoyê hez dike û balê dikişîne, gaveke girîng e.
Dibistan heta niha du kurs qedandine
Kursên perwerdeyê ji bo amadekirina lîstikvan nêzîkî sê mehan dewam dikin. Ji dema damezrandina xwe heta niha dibistanê du kurs qedandine. Zarok li ser nermbûna fizîkî, deng, ziman, rewşa şanoyê û îşaretan a li gorî pîvanên akademîk tên perwerdekirin. Her wiha asta zarokan ji her alî ve, bi taybetî ji hêla hêza kesayetiya wan û sekna wan a li ser dike ve tê şopandin û li gorî vê yekê perwerdekar projeyên mezûniyetê yên ku şano û skeç tê de hene pêşkêş dikin.
Ji bo zarokan festîvaleke şanoyê
Ji destpêka damezrandina wê heta niha nêzî 40 zarok ji dibistanê der çûne, komek şano li Qamişlo û bajarên din ên herêma Cizîrê, wek Girkê Legê, pêşkêş kirin û hemû xebatên şanoyê pirsgirêkên civakî bi rêya şanoyê hatin pêşkêşkirin. Her wiha Dibistana Şanoyê di dewreya sêyem de perwerdeya 15 zarokan bi dawî kir û amadekariya şanoyên wan li pêş girseya gel tê kirin. Hebîb wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi rayedarên çand û hunerî yên herêmê re dixebitin ku festîvaleke şanoyê ya zarokan bi rêxistin bikin, ku tê de ev zarok şanoyên curbecur pêşkêş bikin û em plana nîşandana şanoyan a li kolanê dikin."