Dibistana muzîkê ya gerok

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Hezîran 2021 - 06:09

  • “Dibistana muzîkê ya gerok” wê zarokên li gundan hînî çêkirina amûrên muzîkê bike û amûra çêbikin jî diyarî wan bike. Hostekar wê alîkariya wan bikin da ku van amûran çêkin. Piştî kargeh û dibistana 8 mehan li gundan konser wê bên dayîn û ji bo zarokan mihrîcan bên lidarxistin.

Atolye Mend, ev nêzî salekê ye li Bakûrê Kurdistanê, li Amedê bi çêkirina amûrên muzîkê re mijûl e. Niha jî bi projeyeke cihê dixwaze xwe bigihîne gundên derdora Amedê û li wir jî karên çêkirina amûrên muzîkê dewam bike. Atolye Mend ji bo vê yekê projeya bi navê “Dibistana muzîkê ya gerok” da destpêkirin.  

Atolye Mend ji bo vê projeya xwe bibe serî bi Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok, Navenda Ma Muzîkê û Komeleya Huner a Dîcle Firatê re li hev kir û bi hevkariya van komeleyan dê projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” bi rê ve bibe. Di çarçoveya vê projeyê de, li 4 gundên Amedê wê ji bo zarokan kargehên muzîkê werin lidarxistin û çêkirina amûrên muzîkê jî fêrî zarokan bikin.

Projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” bi piştgirî û sponsoriya “Kultur İçin Alan” dê li 4 gundên derdora Amedê pêk were û di dawiya projeyê de bi zarokan re konserek jî wê were lidarxisitin. Zarok wê derkevin ser dikê û stranan bibêjin. 

Hem çêdikin hem jî tamîr dikin

Adar Bozaner û Yunus Çelîk du ciwanên Kurd in ku bala xwe dane ser amûrên muzîkê û ji bo hînî vî karî bibin di gelek kargeh û perwerdeyan de cihê xwe girtine. Herî dawî jî ji ber ku atolyeya çêkirina amûrên muzîkê li Amedê tine ye, wan biryar daye ku cihekî vekin û di dawiyê de jî cihekî wek “Atolye Mend” vekirine. Ew tenê amûrên muzîkê çênakin, her wiha ew gelek amûrên muzîkê jî tamîr dikin û ji ber vê yekê gelek muzîkjen amûrên xwe dibin cem wan tamîr dikin. Lê niha ew vî karî dixwazin mezintir bikin û heta bi gundan bibin û bi zarokan re projeyeke nû çêdikin.

Adar û Yunus ji me re behsa çîroka vekirina Atolye Mend kirin û muzîkjen Evîn Tiryakî jî behsa projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” kir. 

Siwarê hespê xelkê tim peya ye

Adar Bozaner dibêje, ji karê çêkirina amûrên muzîkê re sebreke mezin lazime: “Ev 11 sal in ez li tembûrê dixim. Lê min karê çêkirina amûran jî pirr meraq dikir, ji lewre min bi hosteyên baş re têkiliyên xwe çêkirin. Min gelek pirs ji wan kirin û ji wan tiştên nû fêr dibûm. Gava min ji derve siparîşên tembûran dida, hîna atolye tine bû, lê min li mal tiştên ji wan fêr bûm, diceribandin li ser tembûrên xwe. Carinan ji bo tamîrên piçûk jî em mecbûr diman amûrên xwe bişînin bajarên dûr. Vê yekê em aciz kirin, gotineke pêşiyên me heye, te dît dibêjin, ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’ bi vê gotinê em ketin nav hewldanekê û me herî dawî ev atolye vekir.”

Tenê bi hev ve zeliqandin nabe

Yunus Çelîk jî bi tamîrên biçûk dest bi vî karî kiriye û niha bûye hosteyê çêkirin û tamîrkirina amûrên muzîkê. Yunus Çelik dibêje, “Mirov çiqasî ji van daran hez bike, ew amûr ewqasî xweşik derdikeve holê û teşe digire. Tenê bi hev ve zeliqandin nabe, ew gav dibe karê fabrîkasyonê û encamên nebaş derdikevin holê. Lê gava ku tu xwe bi tahebînî û ji karê ku dikî hez bikî, wê gavê tiştekî baş diafire. Hostetiyeke baş û hostetiyeke nebaş heye. Dema ku mirov di karê xwe de bi pêş dikeve, êdî mirov baş dibîne ku ew tişta te çêkiriye, dibe hîs û ramanê te. Tu dibêjî, ev tembûr min nîşan dide. Dengê derdixe jî dibe dengê te.”

Muzîkjen Evîn Tiryakî ku yek ji rêveberên projeya “Dibistana muzîkê ya gerok” e, armanca projeyê wiha tîne ziman: “Atolye Mend bi çêkirin û tamîrkirina amûrên muzîkê li Amedê, cihê valahiyeke mezin dagirt. Di demeke kin de karên xwe bi pêş xistin û nihêrîna vê projeya cihê bi me re parve kir. Me jî ev daxwaza wan bi kêfxweşî qebûl kir. Mixabin zarokên li gundan li gorî yên bajaran derfetên wan tine ne. Zarokên li gundan nikarin xwe bigihînin amûrên muzîkê û ji dersên muzîkê bê par in. Bi rêya vê projeyê em ê xwe bigihînin gundan û zarokên ku derfetên wan yên kirrîna amûrên muzîkê tine ye, dê hînî çêkirina amûrên muzîkê bibin û ev amûr dê bibe yê wan. Mamosteyên ku bi vî karî re mijûl in dê amûrên muzîkê çêkin û van amûran diyarî zarokan bikin. Ev kargeh û dibistan bi qasî 8 mehan dê bidome û di dawiya projeyê de em ê li gundan konseran bidin û ji bo zarokan mihrîcanan li dar bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.