- Li Elmanyayê dibistan û baxçeyên zarokan wê bi giştî heta 14´ê Sibatê girtî bimînin.
Doh piştî nîvroyê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û serokwezîrên 16 eyaletên Elmanyayê bi rêya konferanseke vîdeo civiyan. Ew li ser pêşnûmaya ji bo tevdîrên koronayê minaqeşe kir û biryar wergirt dibistan heta 14´ê Sibatê girtî bimînin.
Restoran, saziyên çalakiyên çandî û gelek dikan jî wê girtî bimînin.
Sînordarkirina serdanan jî dewam dike: tenê kesekî ji derveyî malekê dikare biçe serdana malekê.
Dibistan û baxçeyên zarokan wê bi giştî heta 14´ê Sibatê girtî bimînin. Ferza danîna maskeyan jî diguhere, li gorî vê di wesaîtên çûnûhatinê yên giştî de (trên, otobos û wekî din) û li dikanan divê maskeyên tibî bên danîn ên weke, maskeyên FFP2, maskeyên emeliyatan yan jî yên norma KN95/N95.
Li gorî biryarê, li her devera mumkin e, divê karker û karmend li malê karê xwe bikin. Heger li deverekê hejmara pêketiyên vîrusê zêde bibin, eyalet wê karibin tevdîrên nû jî ferz bikin.
FRANKFURT